Êrîşên li ser Bradost û Balakatî doh jî dom kirin

Êrîşên ku Îranê û Tirkiyê li ser Başûrê Kurdistanê, li ser qadên Bradost û Balakatî 10'ê Tîrmehê dane destpêkirin û 2 sivîl şehîd bûn, 4 jê birîndar bûn, duh jî dom kirin.

Duh saet 09.00'an bi koordînayên ku balafirên keşfê yên Îranê dane, artêşa Îranê û Tirk bi obûs, hewan û katûşa li herêmên Bradost û Balakatî dan.

Di encama bombekirinê de şewat derket, gundiyan hewl da ku şewatê bitefînin lê qadeke bi sedan hektarî, bi hezara dar û ber bûne xwelî.

Her wiha êrîş çû ser gundên li derdora Sîdekan a Hewlêrê jî û diyar nebû bê ka di encamê de welatî şehîd bûne yan na, lê şewat û bombekirin tevahiya rojê dom kir.