Êrîşên Kîmyewî li Stenbolê hatin protestokirin

Li gelek navçeyên Stenbolê, erîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk ên bi ser Başûrê Kurdistanê hatin protestokirin û wiha hat gotin: “Dewleta kujer wê hesab bide.“

Bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi yên Xizmên Xwe Winda Kirine re ya Anadolûyê (ANYAKAYDER), li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê, li Esenyûrt, Kartal, Kadikoy û Şîrînevler ku navçeyên Stenbolê ne, çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.

Li Esenyûrtê gelek kes li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk li kuçeyan meşiyan. Dikandaren li der û dorê jî bi piştgiriya çalakgeran kir. Dirûşmeyên “Wê dewleta kujer hesab bide“, “Bikaranîna çekên kîmyewî sûcekê li dijî mirovahiyê ye“, “Bijî berxwedana Rojava“ û “Bijî berxwedana gerîla“ hatin berzkirin.

POLÎSAN LI KARTALÊ ÊRÎŞ KIR

Polîsan xwest daxuyaniya ku li ber avahiya navçeya Kartalê, bi boneya Qeymeqamtiya Kartalê qedexe kiriye, asteng bike. Polîsan bêyî ku egera qedexekirina pêşkêş bikin, êrîşê girseyê kir. Girse ku di dayina daxuyaniyê de israr kir, polîs cardin êrîşê girseyê kir, girse xist avahiya navçeyê û derî li ser girseyê girt. 

BELAVOK LI KADIKOYÊ HATIN BELAVKIRIN

Meclîsa Ciwanan a Stenbolê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî, li Kadikoyê belavok belavkirin. Meclîsê, di ser avahiyeke bilind re kaxizên li ser “Endamê Komîsyona Ewlehî û Parastinê ya Iraqê Parlamenter Cewad Botanî bi Rojnews’ê re axivî got; ‘Li gor raporên ewlehiyê Tirkiye çekên kîmyewî bi kar anîne‘ Rayedarê dewleta Iraqê qebûl kir ku Tirkiye çekên kîmyewî bi kar tîne“ nivîsandî avêtin da ku gel agahdar bike û bikaranîna çekên kîmyewî protesto kir.

‘DIVÊ LÊPIRSÎN LI TIRKIYEYÊ BÊ KIRIN’

Girseya li ber avahiya HDP’ê ya navçeya Şîrînevlerê, bi girseyî daxuyanî da çapemeniyê. Hevseroka Giştî ya ANYAKAY-DER’’ê Evîn Genç metinê daxuyaniya ji bo çapemeniyê xwend. Genç destnîşan kir ku tevî dîmenên têkildarê bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê, Tirkiyeyê daxuyaniyeke ku civak pê bawer bibe nedaye.