Êrişên dagirkeriyê yên Tirk li Rûsyayê hatin şermezarkirin

Kurdên li Rûsyayê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin.

Bi navê Kurdên li navçeya Mîçûrînskê ya herêma Tambovê ya Rûsyayê Berpirsyarê Meclîsa Gel Nebî Abdusalam û endama Meclîsa Jinê Fatma Abdusalam axivîn.

Qisekeran diyar kirin ku mîna li Garê, dewleta Tirk a dagirker wê li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê jî têk biçe.

Hate ragihandin ku armanca van operasyonan pêşîgirtina li pêngava Serketinê ya Azadiye ya meha biharê ye û şikandina îradeya gelê Kurd e. Qisekeran gotin, "Divê gelê Kurd li her cihî rabin ser piyan. Li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrişen li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd em çalakiyên xwe geş bikin."