Di êrîşên dagirkeriyê yên li ser Rojava de şervanek birîndar bû – HATE NÛKIRIN

Dewleta Tirk a navenda Zirganê bombebaran kir, gundê Xêbiş ê Til Temir û gundê Şiwarxa yê Şerayê jî ji xwe re kirin armanc. Di bombebaranê de endamê Meclîsa Leşkerî ya Xabûrê Kados Til Temir birîndar bû.

Dewleta Tirk navenda Zirganê bi hewanan bombebaran kir. Di encama bombebaranê de agir bi mala welatiyê bi navê Casim Receb ket.

Dewleta Tirk a dagirker, çend saet bi şûn de îcar gundê Xêbiş ê li rojavayê Til Temirê bi dijwarî bombebaran kir û bi balafira keşfê li ser gund hat û çû. Di êrîşê de endamê Meclîsa Leşkerî ya Xabûrê Kados Til Temir (23) birîndar bû. Şervanê birîndar birin Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn.

Zêdeyê 10 guleyên obusan jî berdan gundê Şiwarxa yê navçeya Şera ya Kantona Efrînê.