Êrîşa li ser girtiyên li Wanê protesto kirin

TUHAY-DER êrîşên li ser girtiyên li Girtîgeha Tîpa F a Wanê protesto kirin.

Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Herêma Marmarayê (TUHAY-DER) êrîşa li ser girtiyên li dijî guherîna odeyê ya li Girtîgeha Tîpa F a Wanê derketin, protesto kirin.

Polîsan kolana ku wê çalakî bê kirin dorpêç kirin, rê neda ku daxuyanî bê dayîn. Girse li ber derê avahiya xwe çalakî kirin. Hevserokên HDP û DBP’ê, aktivîstên TJA, rêveberên Şaxa Egtîm Senê û xizmên windayan tevlî çalakiyê bûn.

Rapora ku ji aliyê Komeleya Ji bo Azadiyê Hiqûqnas (OHD) û Komîsyona Şopandina Baroya Wanê amadekirî ji aliyê Rêveberê Şaxa TUHAY-DER a Wanê Adil Koçak ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “14’ê Cotmehê rêveberiya girtîgehê diyar kir ku ji bo girtiyên nû divê 4 odeyên ku girtî lê bûn vala bikin, girtiyan erê kir ku wê 3 odeya vana bikin, lê ti sedemek nîne ku odeya 4’an vala bikin. Li ser vê yekê ji ber girtî H.A heqare li wan hate kirin û li wan hate dayîn, bi lêdana derî nerazîbûn nîşan dan. 30 girtî birin odeya îsfinc bi qasî nîvsaetê bi girtiyên di karantînayê de bûn man. Di encama hevdîtinan de çalakî bi dawî bû, 30 girtî vegeriyan odeyên xwe.”

Koçak bang li raya giştî kir ku di mijara binpêkirinên mafên girtiyan de hesyar bin, ji bo pirsgirêkên li Girtîgeha Tîpa F a Wanê rûdayîn bên tesbîtkirin, divê şandeyek ji Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan a Meclîsê serdana girtîgehê bike.