'Êrîşa li dijî parçeyekî, êrîşa li dijî tevahiya Kurdistanê ye'

KCK'ê li ser komkujiya ku artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê kir daxuyaniyek weşand û destnîşan kir, ku ev êrîş li dijî tevahiya gelê Kurd û Kurdistanê hatiye kirin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi bîr xist, ku artêşa Tirk 10 gundiyên Kurd kuştiye û bang li hemû hêzên Kurdistanî kir ku li dijî komkujiyê helwestê nîşan bidin. 

Di daxuyaniya nivîskî ya KCK'ê de hat gotin, "Desthilatdariya AKP'ê komkujiyeke din li Kurdan kiriye. Beriya niha gelek caran li Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê komkujî kir. Vê carê, 10 gundiyên li Avaşînê çûbûn komkirina êzingan, qetil kir. Komkujiyên ku di demên dawî de li Bakurê Kurdistanê dike, derbasî nava axa Başûrê Kurdistanê kir. Em 10 şehîdên xwe yên ji ber bomberdûmana balafirên şer jiyana xwe ji dest dane, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin; em soz didin ku em ê şehadeta wan bi Kurdistana azad û Rojhilata Navîn a demokratîk tacîdar bikin."

DIVÊ BAŞÛR LI DIJÎ ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK DENGÊ XWE BILIND BIKE

KCK'ê xwest, helwest li dijî komkujiyê bê nîşandan û wiha dewam kir: "Tê zanîn, dewleta Tirk di nava dehan salan de bi sedan carî komkujî li Bakurê Kurdistanê kir. Ji ber bomberdûmanên balafirên şer, li Başûrê Kurdistanê jî heta niha bi dehan mirovên Kurd; jin, zarok, ciwan, extiyar hatin kuştin. Mîna ku mafê desthilatdariya AKP'ê ye ku li Başûrê Kurdistanê komkujiyan bike, li hember nehatiye rawestîn. Li pêşberî kuştina bi dehan mirovên ji Başûrê Kurdistanê bi balafirên şer ên dewleta Tirk, helwesteke bêdeng hatiye nîşandan. Hikumeta Başûrê Kurdistanê û partiyên ji Başûrê Kurdistanê li gel bêdengiya li pêşberî komkujî, şewitandin û xerakirina bajarên li Bakurê Kurdistanê, her wiha li hemberî kuştina mirovên ji Başûrê Kurdistanê jî bêdeng man. Tevî ku li dijî komkujiya dawî nerazîbûn hatibe nîşandan jî, ev nerazîbûn li pêşberî mezinahiya komkujiyê gelekî kêm e. Dewleta Tirk ne tenê li Bakur û Başûrê Kurdistanê, li Rojavayê Kurdistanê jî sivîlan dikuje û birîndar dike. Ev yek, li ser gelê me, saziyên demokratîk û partiyên siyasî yên li çar parçeyên Kurdistanê ferz dike, ku li dijî desthilatdariya AKP'ê û şefê wê yê faşîst, nerazîbûnê bilind bikin. Pêwîste gelê Kurd li her cihê lê ye, li dijî vê desthilatdariya qirker a dijminê Kurdan, vîn û helwesta Kurdan nîşan bide."

DEWLETA TIRK DIJMINÊ HEMÛ KURDAN E

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê destnîşan kir, ku dewleta Tirk ne tenê dijminê gelê Bakurê Kurdistanê ye û ragihand, helwesta salên dawî ya desthilatdariya AKP'ê bi awayekî vekirî radixe pêş çavan ku dijminê hemû Kurdan e. KCK'ê ev nirxandin kir: "Zîhniyeta mêtinger qirker a li Tirkiyeyê, pêşengiyê ji dijminatiya li Kurdan a li Rojhilata Navîn re dike. Desthilatdariya AKP'ê ku xwest bi destê DAIŞ û El Nûsra dijminatiya xwe ya li Kurdan bidomîne, piştî ku Kurdan DAIŞ û El Nûsra tevizandin, careke din berê xwe da polîtîkaya afirandina tifaqa dijminatiya li Kurdan a herêmî ya klasîk. Desthilatdariya AKP'ê ku dijminê Kurdan e, ji bo hêza herî dînamîk a Kurdan PKK û Tevgera Azadiyê ya Kurd bieciqîne, her rê û rêbazên li derveyî mirovahiyê bi kar tîne. Ji bo vîna gelê Kurd bişikîne û Tevgera Azadiyê ya Kurdan tasfiye bike, di dema dawî de bi balafirên bê mirov ên bi çek û bi balafirên şer, komkujiyan li sivîlan dike. Bi rêya van komkujiyên ku bi zanebûn dike, dixwaze ku vîna demokratîk û azad a gel bişikîne û ji têkoşînê vegire.

ÊRÎŞA LI PARÇEYEKÎ ÊRÎŞA LI DIJÎ TEVAHIYA KURDISTANÊ YE

Ev rastiyek e; li Rojhilata Navîn ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn lê diqewime, êrîşa li parçeyekî Kurdistanê êrîşa li dijî hemû Kurdan e. Ji ber vê yekê, li hemû parçeyên Kurdistanê ji bo bidestxistina jiyana azad û demokratîk, divê li dijî polîtîkayên desthilatdariya AKP'ê ku dijminê Kurdan e helwest û têkoşîneke hevpar bê nîşandan. Heta ku li hemberî polîtîkayên dewleta Tirk ên dijminatiya li Kurdan neyê derketin, li ti parçeyê Kurdistanê jiyaneke azad û demokratîk bi dest nakeve; ti destketî ewle nabe. Lewma, hemû parçeyên Kurdistanê divê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê derkevin. Divê nîşanî dewleta Tirk û tevahiya cîhanê were dayin, ku jiyana mirovên Kurd jî hêja ye.

Êrîşên balafirên şer ên li hemberî Başûrê Kurdistanê li gelê me veguheriye êşkenceyê. Ji ber ku dengekî bilind derdixînin û timî bombeyan dibarînin, jiyan li gelê me herimandine. Mafê ti dewlet û hêza siyasî nîne ku timî daristanên welatekî bişewitîne, bi balafirên bi dengê bilind bombeyan bibarîne û jiyanê li gel biherimîne. Bi van êrîşan re dijminatiya xwe ya li Kurdan bi rengekî vekirî nîşan didin û li dijî mirovahiyê û xwezayê sûc dikin.

BÊDENGÎ TÊ WATEYA HEVPARIYA KOMKUJIYÊ!

Êdî dem hatiye ku êrîşên balafirên şer ên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê werin sekinandin. Bêdengiya li pêşberî van êrîşan tê wateya hevpariya van komkujiyan. Ji ber vê yekê, lazim e ehmû partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê bi helwesteke hevpar li ber van êrîşan rabin. Divê gelê me yê li Başûrê Kurdistanê li dijî vê komkujiyê rabe ser piyan. Bi vê komkujiyê de pêwîste têkoşîna li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê têkoşîn bê mezinkirin. Heta ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê têkoşîn neyê dayin, nepêkan e ku Başûrê Kurdistanê serbixwe bibe û bibe xwedî îradeyeke azad.

Bi vê komkujiyê re, partiyên li Başûrê Kurdistanê jî, gelê me jî divê bixwazin ku hêzên leşkerî yên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê tavilê derkevin; eger dernekevin, têkoşîna li dijî van hêzên dagirker mezin bikin."