Êrişa faşîst tê protestokirin: Kujer Erdogan û Soylû ne

Êrişa faşîst a li dijî rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê hate protestokirin. Di çalakiyan de hate diyarkirin kujer desthilatdariya AKP û MHP’ê ne.

Êrişa faşîst a li dijî xebatkara HDP’a Îzmîrê Denîz Poyraz li gelek bajaran tê protestokirin.

WAN

Çalakiya li Wanê li pêşiya avahiya HDP’ê ya Wanê hate kirin. DBP, TJA, Komeleya Jinan a Starê, DÎSK, Platforma Şaxên KESK’ê, OHD, TÛHAY-DER, Odeya Tabîban a Wanê û Colemêrgê jî di nav gelek kes tevlî çalakiyê bûn.

Hevseroka HDP’a Ebexê Gonul Uzunbay diyar kir ku partiya wan bi mehan e ji aliyê Serokkomarê Tirk, Wezîrê Karê Derve û MHP’ê wekî hedef tê nîşandan û got “Demeke dirêj mudaxeleyî kujer nehatiye kirin û di êrişê de xebatkara me ya partiyê Denîz Poyraz hatiye kuştin. Ew ê rojekê dewran bigere, wê AKP  hesap bide gel.”

RIHA

Dayikên Aştiyê, rêveberên bajêr ên HDP’ê û gelek endamên partiyê tevlî çalakiya HDP’a Rihayê bûn.

Hevseroka HDP’ê ya Rihayê Çîgdem Karakeçîlî, Denîz Poyraz bi bîr anî û got “Li Îzmîrê qetlîamek hate kirin. Em vî tiştî qebûl nakin. Em ê têkoşîna xwe geştir bikin.”

Endamên HDP’yî yên Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê jî nerazîbûn nîşanî êrîşê dan û ji civîna meclîsê derketin.

EDENE

Rêxistina HDP’ê ya Edeneyê jî li Parka Înonuyê daxuyanî da û kuştina Denîz Poyraz şermezar kir. Nûnerên HDK, CHP, EMEP, DAD û ÎHD jî di nav de gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Hevserokê HDP’ê yê bajêr Mehmet Karakiş diyar kir ku tu qetlîam ew ê wan nede sekinandin. Gel piştre çalakiya rûniştinê li dar xist û sloganên ‘Bijî berxwedana HDP’ê’ û ‘HDP gel e û gel li vir e’ berz kir. Çalakger piştre heta ber avahiya HDP’ê ya bajêr meşiyan.