Çiya Kurd: Bê Kurd çareserî li Sûriyeyê nepêkan e

Alîkarê Hevserokên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd bal kişand ku Rûsya hewl da ku pirsgirêkên navbera wan û Sûriye çareser bike û got: “Hikûmeta Şamê ti rêya diyalogê nehişt, dixwaze hemû tişt li gorî planên wan bin.”

Têkildarî bûyer û pêşketinên li herêmê û taybet li Rojavayê Kurdistanê, têkiliyên di navbera rejîma Sûriye û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, têkoşîn û berxwedana li Bakur û Rojhilatê sûriyeyê Alîkarê Hevserokên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd ji ANF’ê re nirxand.

Çiya Kurd destnîşan kir ku piştî êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gihişte qonaxekî dîrokî ku bikarin destkeftiyên hatine bidestxistin, bikarin biparêzin.

‘BÊ KURDAN ÇERESERÎ LI SÛRIYEYÊ NE PÊKAN E’

Çiya Kurd bal kişand ser guhertinên li herêmê û rêyên çareseriyê ya li gel rejîma Sûriyeyê û wiha got: “Di vê pêvajoyê de ne li Astana û ne jî li Cinêv pirsa Sûriyeyê çareser nebû. Ji ber ku ew nûnertiya tevahî gelê Sûriyeyê nakin. Niha gotûbêj tê kirin ku bê ka wê çawa Rêveberiya Xweser û Meclîsa Sûriyeya Demokratîk beşdarî siyaseta ku çareseriya pirsa Sûriyeyê pêk bîne. Ji bo vê kar û xebat pêwîst e, lê ev yek jî ne hesan e. Dewleta Tirkiye hemû hewldan li gel hêz û aliyên herêmî dike ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nebe xwedî statû, pirsgirêkê mezin bike. Ev pirsgirêk jî bê Kurd û Rêveberiya Xweser ne pêkan e.”

‘TIRKIYE DIXWAZE KURDISTANÊ DAGIR BIKE’

Alîkarê Hevserokên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze hemû destkeftiyên Kurdan tine bike. Kurd anî ziman ku dewleta Tirk hebûna xwe li ser tinebûna Kurdan avakiriye. Kurd diyar kir ku li gel êrîşan jî dewleta Tirk dixwaze aliyê siyaseta îslamê li Sûriyeyê pêş bixe. Kurd got: “Ji ber ku li pêşiya Tirkiye yekane astengî Rêveberiya Xweser bû, ji bo wê bi çeteyan nekarî vê carê li Serêkaniyê û Girê Spî bi xwe dest bi êrîşan kir û dagir kir. Vê siyasetê ne tenê li Rojava, li Başûr û hemû Kurdistanê bi rê ve dibe.”

‘SERÊKANIYÊ Û GIRÊ SPÎ BI LIHEVKIRINA TRÛMP Û ERDOGAN PÊK HAT’

Çiya Kurd wiha domand: “Dagirkirina Serêkanî û Girê Spî di encama lihevkirina Trûmp û Erdogan pêk hat. Her çendî di navbera Emerîka û Tirkiye de li hevkirin bê kirin ku zêdetir Tirkiye bi pêş ve neyê jî, lê dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî vê lihevkirinê derketin û hê jî êrîşên wan ên herêmê dewam dike. Rojane balafirên keşfê yên biçek û bê mirov li esmanê herêmê digerin û heta li Qamişlo û Kobanê êrîş kirin û welatiyên sivîl hatin qetilkirin.” Kurd da xuyakirin ku li van herêman di navbera Rûs-Tirk û Emrîka-Tirk de lihevkirin hatin kirin ku zêdetir êrîş pêk neyên lê me di êrîşên Serêkaniyê û Efrînê de dîtin ku lihevkirinên tên kirin bê encamin û êrîş dewam dikin. Alî li ser sozên xwe nasekinin.

Kurd bal kişand ser mijara efûya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatî dayîn kir û destnîşan kir ku ev efrû ji bo wan kesan e ku tevlî nava refên DAÎŞ’ê bûne û destê wan di kuştin û karên terorîstî yên herêmê de nîne ye. Kurd anî ziman ku armanca wan ji vê efûyê ew e ku ev kesên tên azadkirin xwe ji ramana DAÎŞ’ê dûr bixin û ji bo civaka xwe kar bikin. Kurd diyar kir ku gelek serok eşîr û rûspî berpirsyariya van kesan li xwe digirin û wê van bişopînin.

‘LIHEVKIRINA BI ENKS’Ê RE JI BO PARASTINA DESTKEFTIYAN E’

Alîkarê Hevserokên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd qala lihevkirina di navbera Partiyên Yekîtiya Nîştimanî Kurdistan (PYNK) û Encûmena Nîştîmanî ya Kurd a Sûriye (ENKS) jî axivî û got: “Hemû hewldanên me ew e ku ev civîn bi encam dawî bibe. Gelek guherînên mezin li herêmê dibin ji bo em bikarin destkeftiyên li herêmê biparêzin, dîsa di qada navneteweyî de bikarin daxwaza mafê Kurd bikin, divê gelê Kurd xwedî yek raman û yek helwest be. Dîsa li herêmê êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ya li herêmê heye, ji bo wê pêwîstî bi yek helwestî ya li hember êrîşan heye. Ji bo wê guftogoyên tên kirin pir girîng in. Guftogo dewam in.

Niha nîqaş li ser wê yekê tê kirin bê ka wê ENKS çawa tevlî Rêveberiya Xweser bê kirin, ji bo vê jî gelek pirsgirêk hene. Ji ber ku mijara perwerde, xweparastin heye; ev jî hemû girêdayî Rêveberiya Xweser e. Ji bo komîteya ku bê avakirin bi awayekî hevbeş biçe nava Rêveberiya Xweser guftogo bikin. Ji bo xebatekî baş û biencamgir bê kirin, li ser lihevkirinek 40 bi 40 û 20’ê din jî 10 bi 10 ji kesên derve bikevin nava vê yekê. Dîsa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tenê Kurd nînin. Li gel pêkhateyên Ereb, Asûrî-Sûryan, Tirkmen û hemû pêkhatean kar tên kirin. Ji bo wê ku planek bê danîn divê Rêveberiya Xweser vê nîqaş bike û li gorî guncavbûna ji bo hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê sûriyeyê biryar li ser tê girtin.”

‘SÛRIYE DIXWAZE ŞER NAVBERA ME Û EREBAN DERXÎNE’

Çiya Kurd bal kişand ser plan û êrîşên rejîma Sûriyeyê ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û diyar kir ku rejîma Sûriyeyê dixwaze şer di navbera wan û neteweya Ereb de derxîne. Çiya Kurd got: “Gelek hewldan hate kirin ku rast e rast li gel Şamê hevdîtin bên kirin, lê mixabin ev yek pêk nehat. Halê hazir civîn sekinîne. Yek ji sedeman ew bû ku Şamê ti rêyeke ya guftugoyê ji bo çareseriyê nehişt. Bi siyaseta xwe dixwaze her tişt bi gotina wan û leşkerî çareser bike. Dixwazin serweriya xwe mîna berî 2011’an li herêmê bike. Ji ber guherîn û veguharînên li herêmê pêk hatine ne gel û ne jî rêveberiya xweser bi vê yekê razî dibe.

Sûriye tim Rêveberiya xweser bi parçekirina walat sûcdar dike. Bi vê yekê dixwaze komên Erebên şovenîst li beramberî me rabike şerê di navbera me û Ereban de derbixîne. Çawa ku li Reqa û Dêra Zor hewldana vê kirin, niha jî dixwaze li Hesekê vê bikin. Em bi gelê xwe bawerin ku neyên van lîstokan û li ber van lîstokan jî şiyar bin.”

Çiya Kurd bal kişand ser lihevkirina di navbera hikûmeta Iraq û Hewlêrê ya li ser Şengalê û diyar kir ku ev yek ne demokratîk e. Çiya Kurd anî ziman ku divê Iraq û herêma Kurdistanê rêz ji vîna xelkê Şengalê re bigire. Çiya Kurd destnîşan kir ku eger dixwazin çareseriyê bikin, divê guh bide xelkê Şengalê û bi wê yekê çareseriyê pêk bîne.