Çi li ber deriyê Îranê ye?

Alozî û qeyrana navxweyî mezin dibe û destwerdana ji derve jî weke îhtîmaleke mezin xuya dike. Gelo ji niha û pê de wê rejîma Îranê guh bide daxwazên demokratîkkirinê yên li gelên herêmê an jî wê bi destê xwe Îranê ber bi şerekî ve bibe?

Sîstema desthilatdariyê ya li Îranê naşibe ti sîstemeke din a li cîhanê. Bi gotineke din eger cîhan hemû deryayek be, Îran jî bi serê xwe giraveke di nava vê deryayê de ye. Her çiqas hinek aliyê modern gihîştiyê jî ji ber hêrsa xwe ya desthilatparêziyê sîstema dewletê bi ti awayî nûjen nebûye. Ispata vê jî hebûna meqamekî weke reberê olî ya rejîma Îranê ku wekî dezgehê Şahên berê xwe bi rêxistin dike. Navê vê dezgehê jî "Rehberê Cimhûriyê îslamî" ye. Niha jî Seyid Elî Hisênî Xamne ku wekî Elî Xameneyî tê nasîn, lîderê vê meqamê ye. Di heman demê de wekî "Welî Mutleqe Feqih" di asta herî mezin a oldarên Mezheba Şîa de ye. Elî Xameneyî rêberê rejîma Îranê û fermandarê tevahiya hêzên çekdarî ye. Sîstema desthilatparêz a dewleta Îranê, sîstema Xusrewanî ye û hin taybetmendiyên wê hene. Ev sîstema qalkirî bêyî Şah nabe. Şahê niha jî Xameneyî ye. Sîstema Xusrewanî xwe li ser 4 lingên esasî yên weke Şahê pîroz, derbar, herem û dîwanê ava dike. Her yek ji van di nava sîstema Xusrewan de xwedî maqamekî desthilatdar, zilm û zordariyê ne. Ev sîstem, di heman demê de sîstema şer e ku xwedî artêşeke taybet a bi navê "artêşa Cawîdan e." Niha di komara îslamî de ev artêş xwe di bin navê "Sipahê Pasdaran" bi rêdixe. Her wiha ev sîstema ku ola wî ya fermî Şîa ye hebûna xwe li ser îstîxbaratê diparêze. Ji ber vê sîstemê ku jê re Xusrewanî tê gotin, derî û paceyên Îranê ji cîhanê re girtîne. Ji ber ku kiraseke modernîteya kapîtalîst jî li xwe kiriye û hin karakterên dewleta netewe girtiye, sîstema li Îranê xedartir e. Hêjaye ku mirov bibêje piştî Hindîstanê hejmara gel û baweriyên cûda yên li Îranê ji her derê zêdetir e. Lewma jî ji bo Îranê hertim peyva mozaîka gelan tê bikaranîn. Ji ber dewlemendiya civakî, Îran di warê çand, huner, wêje û ziman de xezîneyeke giranbûha ye. Ji ber ku çanda Zagrosî di gelên herêmê de bi kok e, lewma bi salan e li herêmê jiyaneke hevbeş meşiyaye. Lê piştî hatina sîstema dewlet netewe di serî de gelê Kurd, hewil dan gelek gel û baweriyên cûda înkar û tine bikin. Yanî, gelên Zagrosî ku weke hîmên bingehîn a Îranê ne tim û daîm ji aliyê sîstema Xusrewanî ve tine hatin hesibandin û hîna jî tine tên hesibandin.

Bêguman, di demeke ku li Rojhilata navîn qala dîzayneke nû û şerê cîhanê yê 3'emîn tê kirin de, Îranê nedikarî sîstem û hebûna xwe bi heman şêweyî biparêze. Lewma ji bo textê rejîmê biparêzin di serî de şerê li Sûrî û Yemenê tiliya xwe xistin nav hemû şerê li Rojhilata navîn. Her wiha ji bo çirûskên şerê li derdora wê diqewime li Îranê nekeve di bin navê "guhertin û reforman" de piçek jî be deriyên xwe ji welatên Rojava re vekirin û li ser çekên nukleerî rêkeftin. Di vê qonaxa 4 salên dawî ya desthilatdariya Hesen Rohanî de ketin derdê parastina textê rejîmê û pirsgirêkên hundirîn yên Îranê ji nedîtî ve hatin. Niha li Îranê pirsgirêka herî mezin bêkarî û hejarî ye. Li dijî van polîtîkayên rejîmê nerazîbûn û hêrsa civakê jî gelek e û ne diyar e ku wê ev hêrs kengê biteqe. Li gel pirsgirêkên siyasî, pirsgirêkên civakî ku mirov weke qeyran bi nav bike her diçe serî hil dide. Niha halê hazir li Îranê nêzî 4 milyon kes bê kar in, ji bê edaletiyê heta binpêkirina mafê mirovan û nakokiyên di navbera dewlemend û feqîran de her diçe kurtir dibin. Peymanên Nukleerî yên Rohanî  jî kêrî van pirsgirêkan nehat. Hêzên desthilatdar yên Rojavayî jî heta niha ji bo berjewendiyênxwe binpêkirina mafê mirovan a li Îranê ji nedîtî ve hatin...

Îran di nava kaosa giştî ya li Rojhilata navîn û navxweyî de hilbijartineke derbas kir. Divê bê bibîrxistin ku ji ber tevlîbûna kêm ya hilbijartinê ev 2 heyam in, hilbijartina serokomariyê û ya şurayên gund û bajaran hemwext çê dikin, da ku kesên ji bo hilbijartina meclîsên herêmî diçin jî weke hilbijêrên serokomariyê nîşan bidin û bi vî rengî atmosfereke demokratîk nîşanî derve bidin. Namzedê muhafazakaran Îbrahîm Reîsî ku weke kujerê bûyera "sêdara 67'an" tê nasîn bin ket û Hesen Rohanî yê reformîst ku di dema wî de 3 hezar kes hatin darvekirin cardin bû serokomar. Helbet ji ber ku ti ferq di navbera wan de tine ye Kurdan hilbijartina serokomariyê boykot kir. Lê niha ya girîng ew e ku wê Hesen Rohanî heta kengê bikare textê rejîmê ji destwerdana derve an jî teqîneke ji hundir biparêze? Reaksiyonên di asta navneteweyî de yên ji bo hilbijartinê bi giranî ji bo teşwîqkirina Îranê bû. Lê belê hemleya serokê Emerîkayê Donald Trump, ya li Erebîstana Sûûdî gelekî hişk û cidî bû. Di encama peymana bi bihayê 380 milyar dolarî ya bi welatên Ereban, Emerîka sinyalek da Îranê û ji Riyadê bi eşkereyî banga îzole kirina Îranê kir. Niha pir eşkereye ku rejîma Îranê an jî sîstema Xusrewanî êdî bi vî awayî nikare xwe li ser piyan bigre. Alozî û qeyrana navxweyî mezin dibe û destwerdana ji derve jî weke îhtîmaleke mezin xuya dike. Gelo ji niha û pê de wê rejîma Îranê guh bide daxwazên demokratîkkirinê yên li gelên herêmê an jî wê bi destê xwe Îranê ber bi şerekî ve bibe? Em ê bişopînin û bibînin...

ÇAVKANÎ: ROJEVA MEDYA