ÇHD’ê derbarê binpêkirinên maf ên li Girtîgeha Sîncanê raporek amade kir

Komeleya Hiqûqnasên Hemdem bi raporekê eşkere kir ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê binpêkirinên maf bi awayekî kêfî dewam dike.

Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), bi wesîleya 25'ê Mijdarê bi 16 jinên ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê girtîne hevdîtin pêk anî û derbarê hevdîtinê de raporek amade kir. Hevdîtin di navbera 21 û 23'yê Mijdarê de pêk hat. Ji Komîsyona Xebatên Zayenda Civakî û Jinan, parêzer Kubra Ekmen, parêzer Gîzem Ozdem, parêzer Nergîz Gornaz, parêzer Umran Hakverdî, parêzer Ceren Yilmaz û parêzer Bîlge Topcu hevdîtin bi girtiyan re pêk anîn.
 
Di raporê de wiha hat diyar kirin; 
 
“Mafê hevdîtin û hevpeyvînê ya girtiyên jin bi awayekî kêfî tê astengkirin. Weşanên muxalîf tên qedexekirin. Mafên xwarin, tenduristî û mafên din ên bingehîn têne astengkirin. Camên bi fîltre li paceyên qawişan hatin bicihkirin û qawiş her tên şopandin. Mafê jiyana taybet tê binpêkirin. Bêyî nameyan, pirtûk, kargo û kolî şandina girtiyan hatiye qedexekirin. Her wiha perê şandina nameyan jî ji girtiyan tê xwestin. Her wiha kargoyên ku ji girtiyan re tên şandin jî nayê dayîn, her wiha wekî ku girtî kargo qebûl nekiriye tê nîşandan. Qedexeyên ku di dema pandemiyê de hatî dayîn niha yek bi yek tê rakirin, lê belê gelek tişt hêj jî bi awayekî kêyfî tê sêpandin. Tecrîd li girtîgehê berdewam dike. 
 
Mafê tendûristî û xwedîbûnê tên binpêkirin. Girtiyên jin nikarin xwe bighînin pêwistiyên bingehîn. 2 girtiyên jin ên di hicreyê de ne ji ber ku av nayê dayîn ava tualetê vedixwin. Bi awayekî kelepçekirî dibin kontrola bijîşkan. Her wiha dema tên kontrol kirin jî ji hêla leşkeran ve tên şopandin. 
 
Her wiha buyahê kantîna girtîgehê gelek hatiye zêdekirin û tiştên ku di kantînê de tên firotin jî bêqelîtene. Ji ber vê sedemê jî girtî nikarin tevahî hewcedariyên xwe pêşwazî bikin. 
 
3 girtiyên jin di demek nêz de bi lêgerîna tazî re rûbirû man û girtiyan gilî kir lê belê heta niha derbarê mijarê de tu pêşketin pêk nehat. 
 
Di dema lêgerînan de girtî di yek qawişê an jî odeyekî de tên komkirin, di lêgerînan de rêzikên paqijiyê tên binpêkirin, hemû tiştên girtiyan tên texripkirin. 
 
Her wiha lêgerîna li qawişan ji hêla komek gardiyanan ve pêk tê û di lêgerînan de bi tund êrîşê li girtiyan dikin.
 
Dema girtî derdikevin hevdîtina bi parêzeran re lêgerîn li wan tê ferzkirin. Dema ji hevdîtinê vedigerin jî heman lêgerîn li girtiyan tê ferzkirin. 
 
Sêpandinên kêyfî her roja ku derbas dibe zêdetir dibe, îtîrazên ku derbarê mijarê de hatin kirin çend ji hêla Dadgeha Înfazê ve jî hatiye qebûlkirin jî heman tişt derbas dibe. 
 
Faalîyetên spor, çand, û hevpeyvînê ya di navbera qawişan tên astengkirin. 
 
Girtî nikarin Halk TV û Tele 1 hwd weşanên muxalîf temaşe bikin. Serlêdanên wan hatine piştguhkirin. 
 
Rojanemeya Yenî Yaşam û Evrensel bi hinceta ‘weşana îlanê' demek dirêje nadin girtiyan. Serlêdana girtiyan a ji bo daxwaza rojnameyan bêencam maye. 
 
Daxwaza girtiyan a guhertina qawiş û hicreyan pêk nayê. 
 
Cil û bergên girtiyan hatiye bi sînorkirin, ji bo cilek din bixwaze divê cilên li cem xwe teslîmê îdareya girtîgehê bike. 
 
Girtiya ku piştî tê ji hêla îdareya girtîgehê wê pirsa ol û nêrîna wê ya siyasî tê kirin, hwd gelek pirsên şexsî tê pirsîn. Lê belê piştî demek şûnde dev jî vê tiştî hat berdan.
 
Derbarê gelek girtiyan de bi keyfî cezayên dîsîplînê hat dayîn û ev tişt jî bû sedema betalkirina înfazan. Silavdayîn û hembêzkirina girtiyên ku li korîdoran rastî hev tên, tên astengkirin. Her wiha di hevdîtina vekirî de hembêzkirina ferdên malbatê jî hatiye astengkirin. 
 
Hikûmxar nikarin wasiyên xwe re hevdîtin bikin û mafê sohbetê yên wan tên astengkirin. 
 
Girtiyên ku dixwazin ji tehliya bi şert sûde bigirin ji hêla Lîjneya Şopandinê ya Girtîgehê ve poşmanî li wan tê ferzkirin. 
 
Ev sêpandinên ku li girtîgehan pêk tê hêj jî didomin. Girtiyên ku divê bên berdan hene, lê belê ji ber wan sedemên ku me yek bi yek rêz kir nayên berdan. Rêveberiya girtîgehê li hemberî girtiyan bi navê 'islahkirinê' zexteke psîkolojîk pêk tîne. 
 
Her wiha raporên ku di demên borî de hatî amadekirin de û rewşa niha ya li Girtîgeha Jinan a Sîncanê neguherî ye."