Çeteyên DAÎŞ’ê yên bi sembolên Tirkiye û OSO'yê

Çeteyên DAÎŞ’ê bi al û bergên Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (OSO) li Serêkaniyê û Girê Spî tevlî êrîşa dagirkeriyê bûn. Êdî wisa bûye ku DAIŞ’î pêwîstî nabînin ku nasnameyên xwe binixûmînin.

Dewleta Tirk di sala 2016’an de çeteyên DAÎŞ’ê di bin sêwana OSO’yê de kom kiriye. Li gel starta tevgera dagirkeriyê ya 24’ê Tebaxê ya 2016’an a ji Şehbayê heta Cerablûsê, ji Cerablûs, Exerin Mare û Ezazê gelek çeteyên DAÎŞ’ê ser û rihên xwe qusandin û cil û bergên OSO ya di bin kontrola dewleta Tirk de li xwe kirin. Di dema pêvajoya azadkirina Reqa û Dêra Zorê ya ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve bi deh hezaran DAÎŞ’î derbasî deverên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û Tirkiyeyê de bûn. Dewleta Tirk van di bin sêwana OSO de bi erk kir. Di pêvajoya dagirkeina Efrîn a 20’ê Çileya 2018’an de jî çeteyên DAÎŞ’ê yên di bin sêwana OSO’yê de êdî pêwîst nedîtin ku ser û rihên xwe bi qûsînin. Ji ber ku dewleta Tirk êdî OSO kiribû cîhadî. Dewleta Tirk a 9’ê Cotmehê bi êrîşên daigirkirinê ya li ser Serêkanî û Girê Spî re beşek ji DAÎŞ’iyên di bin sêwana Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (OSO) yê de kom kiribû, êdî pêwîst nedîtin ku xwe binixûmînin. Tevî hişyariyên MÎT’ê jî çeteyên DAÎŞ’ê yên di bin sêwana OSO-SMO de, li ser tevnên xwe yên civakî wêneyên xwe parvedikin û propagandaya DAÎŞ’ê dikin.

AGAHIYÊN HINEK ÇETEYÊN DAÎŞ’Ê

Me xwe gihand nav û agahiyên hinek çeteyên DAÎŞ’ê yên di bin sêwana OSO’yê de tevlî dagirkeriya Serêkaniyê û Girê Spî bûn.

Ehmed Ebûd: 33 salî ye û bi Ebû Şihba tê nasîn. Ji Eşîra El Qelahî ya Ehmed Ebûd a navçeya Meyadin a Dêra Zorê ye. Sala 2014’an li Meyadinê tevlî DAÎŞ’ê bû. Berî 2 salan derbasî herêma Şehba ya ku dewleta Tirk dagir kiribû, tevlî Ceyş El Şarkiye ya ku ji DAÎŞ’iyan pêk hatibû, bû. Tevlî êrîşên dagirkeriyê ya Efrînê bû. Bi taybet tevlî şerê li Cindirêsê bû. Ehme Ebûd ê tevlî dagirkeriya li Serêkaniyê û Girê Spî bû. Li vir dewleta Tirk ew danî ser koma Ceyş El Şarqiye ya ku ji aliye dewleta Tirk ve hatibû avakirin.

Ebû Ehmed El Qureşî: Endamê Eşîra Qarani ye, ji gundê El Quriyah a bejahiya Dêra Zorê ye. Di nava SMO de bi navê Ebû Casim û di nava DAÎŞ’ê de jî Ebû Ehmed El Qureşî tê nasîn. Zewicî û 3 zarok hene. Beriya ku şerê navxweyî yê Sûriyeyê destpê bike di Tabûra Farûk a li herêmê de cih digirt. Piştî ku hebûna DAÎŞ’ê li herêmê derket, tevlî DAÎŞ’ê dibe. Li El Barak a Hesekê bû perwerdekarê leşkeri yê DAÎŞ’ê. Wê deme emîrê Qureşî Ebû Jandal El Balçîkî bû. Piştre bû emîrê leşkeri yê hinek nuqteyên DAÎŞ’ê. Tevlî hemû şerên li Heleb û Dêra Zorê bûne.

Sala 2017’an jî bi rêya îstixbarata leşkerî ya DAÎŞ’ê derbazî Şehba ya dewleta Tirk dagir kiribû. Xwarziyê wî Isûd El Şarqiye (Şarqiye Aslanlari) meîrê Îdlibê bû. Ebû Ehmed El Qureyşî ê piştre tevlî nava koma Şarqiye Aslanlari bû, bi awayekî aktîf tevlî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a Serêkaniyê bû û niha jî li Serêkaniyê ye.

Ebû Ehmed El Qureyşî yê hesabekî Facebokê yê bi navê Anas Kahlîl bikar tîne, liv ir wêneyên dema nava DAÎŞ’ê parve dike.

Mihammed El Debas: Ev çete ji Taxa El Ketîf a navçeya El Bukemal a Dêra Zoyê re. 1988'an jidayik bûye. Debas ku beriya şerê navxwe yê Suriyê dest pê bike bi firotina fêkî debara xwe dikir. Debas 2013'an li El Bukemalê tevlî nav El Nûsra dibe, piştre dema ku Dêra Zor dikeve destê DAÎŞ'ê Debas tevlî DAÎŞ'ê dibe û piştî bi 6 mehan diçe Idlibê. Li Îdlibê dîsa tevlî El Nûsra dibe. 2015'an bi alîkariya fermandarekî El Nûsra Xizhil diçe Tirkiyê û dîsa vedigere Idlibê. 2015'an diçe Ordinê, hin perwerdehiyên leşkerî dibîne û tevlî komên dewleta Tirk dibe. El Debas tevlî dagirkeriya Tirk a li ser Efrîne dibe. Di nav komên Tûgayên Sultan Murad ê girêdayî MÎTA'a Tirk tevlî dagirkeriya ser Serêkaniyê û Girê Spî dibe. Tê zanîn Debas hê jî li van qadan e.

Ehmed Ednan el Rehwmî: 1998'an li Dêrazor El Bukemalê hatiye dinê. Li taxa El Cimhiyat a El Bukemalê dijî û li înşeatan dixebitî. 2014'an dema ku DAÎŞ herêmê distîne tevlî nav DAÎŞ'ê dibe. Li nav DAÎŞ'ê bi sûcdarkirina diziyê hate girtin û 2014'an bi malbata xwe re çû Tirkiyê. Tevlî nav ''Hêzên Mertala Firatê' bû dema ku dewleta Tirk ji bo Şehbayê dagir bike, dabû destpêkirin. El Rehwmî tevlî dagrikeriya Tirk a li ser Efrînê ya 20'ê Çile ya 2018'an bû. Di nav Tûgayên Sultan Mûrad de tevlî dagirkeriya ser Girê Spî û Serêkaniyê bû.

Suud Ghayeb El Rakkad: Bi navê Selîl Şammar el Şammarî tê naskirin û bi vî navî hesabê xwe yê Facebookê heye. Ji gundê Naur ê Til Koçer ê Dêrikê ye. Ji eşîra Şemar e. Dema şerê navxwe li Sûriyê dest pê dike li Til Koçer tevlî nav OSO, 2014'an tevlî DAÎŞ'ê dibe. Suud Ghayeb li nav DAÎŞ'ê, fermandarê leşkerî yê HOL'ê bû. Piştî ku salekê li nav DAÎŞ'ê ma, çû Tirkiyê.

Kete nav çeteyên bi navê OSO ku di nav ''Hêzên Mertala Firatê'' yên Tirk de bûn. 20'ê Çile ya 2018'an dema ku dagirkeriya Tirk a li ser Efrînê dest pê kir û 9'ê Cotmehê dema ku dagirkeriya Tirk a li ser Serêkaniyê dest pê kir di nav Ehrar Şarqiye de bû. Birayê wî yê navê Ghayip El Reqqad jî di nav Ehrar El Şarqiye de ye. Niha li Mebrûka ye.

Ehmed Ebu Qutade: Ev çete ji navçeya Saliye ya Dêrazorê ye, 2017'an li Xisbê karê DAÎŞ'ê dikir. Niha jî di nav çeteya Ehrar Şarqiye de ye, ku ev koma çete girêdayî Tirkiyê ye. Dema tevlî êrîşa dagirker a li ser Girê Spî Suluk bûyî, ji dîmenên ku wî par ve kir hate naskirin.