Çeteyan darên girava li gundê Meydankê şewitandin
Çeteyên DAIŞ’ê darên girava li gundê Meydankê yê girêdayî naçeya Şêrewa ya Efrînê şewitandin.
Çeteyên DAIŞ’ê darên girava li gundê Meydankê yê girêdayî naçeya Şêrewa ya Efrînê şewitandin.
Sûcên dij mirovahaiyê ên mîna talan, dizî, qetilkirin, revandina mirovan, êşkence û şewitandina daristanan a artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê didomin.
Li gorî agahiyên hatin girtin, dagirkeran darên li girava li gundê Meydankê yê girêdayî navçeya Şêrewa ya Efrînê şewitandin.
Çavkaniyan anî ziman ku welatiyên herêmê xwestin şewatê vemirînin, lê çeteyan gule li ser wan barandin û rê nedan ku kes mudaxeleyî agir bike.