Çerkezoglu: 1'ê Gulanê li qedexeyan nasekine

Seroka DÎSK'ê Arzû Çerkezoglu di axaftinê de ya li Kaşê Kazancî ku ji bo kesên 1'ê Gulana 1977'an hatin qetilkirin kirî, got,''1'ê Gulanê li qedexeyan nasekine; em ê 1'ê Gulanê bi rengekî geş û coş li qad, meydan û kargehan pîroz bikin.''


DÎSK, KESK, TTB û TMMOB'yê kesên ku 1'ê Gulana 1977'an hatin qetilkirin li Kaşê Kazancî ya li Taksîmê bi bîr anî. Di bîranînê de ya ku bi dorpêça polîsan çêbû, wekîlên HDP'ê Mûsa Pîroglu, Zuleyha Gulum, Sezaî Temellî, Serpîl Kemalbay, Wekîlên CHP'ê Alî Şeker, Serokê Giştî yê Partiya Emekê Ercumet Denîz, nûnerên gelek partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk hazir bûn.

Di bîranînê de bi dirûşmeyan hate gotin, ''Bijî Yekê Gulanê'', li ser navê sendîkayan û rêxistinên pîşeyî Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzû Çerkezoglu axivî.

Çerkezoglu got 1'ê Gulanê li gel qedexeyan jî ew ê li qadan bin û hêviya xwe bi hev re geş bikin. Çerkezoglu got, ''Ti demê nekarîne ku 1'ê Gulanê qedexe bikin. 1'ê Gulanê li qedexeyan nasekine, bi qedexeyan nikarin pêşî lê bigirin. Ji ber vê em dibêjin, bi daxwazên hevalên me yên ku 1'ê Gulana 1977'an me ji dest dane, em ê daxwaz û têkoşîna wan bînin van rojan û dîsa li qad, meydan, kargehan bi rengekî geş û coş em ê 1'ê Gulanê pîroz bikin.''