Çawişê pispor dest avêt zaroka 10 salî

Li Şirnexê, çawişekî pispor ê Tirk hewl da dest biavêje zarokeke 10 salî û ji aliyê gel ve hate girtin.

Li navenda bajarê Şirnexê, çawişekî pispor ê Tirk doh êvarê li sîteyekê hewl da dest biavêje zarokeke 10 salî. Şêniyên li herêmê ku bi qîrîna zaroka biçûk hesiyan, çawişê pispor girtin. Bûyera destavêtinê danê nîvro li navenda bajêr ji aliyê komekê ve hate şermezarkirin.

Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr li ser twîtterê got, "Em ê paşeroja xwe ji tacizkaran re nehêlin. Doh bi şev çawişekî pispor li sîteya Şaranlar a Şirnexê hewl da dest biavêje zarokeke 10 salî. Şahidan bûyer piştrast kirin. Divê dadgerî tavilê ya pêwîst bike. Em ê ti carî dest ji bûyerê bernedin."

Huseyîn Kaçmaz ê HDP'î jî got, "Doh bi şev li Şirnexê (...) zarokeke 10 salî bû hedefa êrişa destavêtinê ya çawişekî pispor. Dema ku zarok di xew de be mirov dengê xwe nake, ne dema ku êriş lê tê kirin. Em ê dest jê bernedin, em ê bêdeng nemînin."