Çavûşoglû pesnê tundiya Elmanyayê ya li dijî Kurdan da

Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû pesnê dewleta Elmanyayê da ku dema dawî siyaseta xwe ya li dijî Kurdan tund kiriye û got, "Bendewariya me ya di têkoşîna dijî PKK'ê de zêdetir e."

Bi serdana hefteya bihurî ya Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû re, xuya ye rewşa aloz û krîzên navbera hikumeta Merkel û rejîma Erdogan li aliyekî maye.

Çavûşoglû li Antalyayê bersiv da pirsên rojnamevanên Elman û got, piştî ku hikumeta federal ava bû wê Erdogan Serokwezîr Angela Merkel dawet bike, ya jî Erdoganê serdana Elmanyayê bike.

Çavûşoglû diyar kir ku ew dixwazin têkilî asayî bibin û diyaloga navbera her du welatan bidome. Wezîrê AKP'yî got, "Ji girtina Denîz Yucel, berjewendiya min çi ye? Di berdêla wê de ez ê çi bi dest bixim? Ne tiştekî. Ev rewş jehrê li têkiliyên me direşîne." Bi vê gotina xwe işaret da ku yek ji welatiyên Elman Yucel di demeke nêz de wê bê berdan.

Çavûşoglû ji bernameya "Tagesschaû" ya qenala delwetê ARD'ê re axivî û di vê bernameyê de jî ji rêveberiya Berlînê xwest ku li dijî têkoşîna azadiyê ya Kurd bê zêdetir têbikoşe. Ji bo pirsa "Li Elmanyayê, polîs hê bi tundî dest li xwepêşandanên sembolên PKK'ê lê tên hildan, werdidin. Hûn vê yekê erênî dibînin?" Çavûşoglû ev bersiv da:

"Kêm jî be baş dibînim. Li hin bajaran alîgirên PKK'ê xwestin bi sembolên PKK'ê xwepêşandanan li dar bixin û polîsan dest li wan werdan. Ev yek işareteke baş e, lê bi vekirî bêjim: Em ji vê zêdetir dixwazin."

Ev gotin jî radixe pêş çavan ku dewleta Elman li ser daxwaza desthilatdariya Erdogan şîdeta li xwepêşandanê Kurdan zêde kiriye. Çavûşoglû di dewama hevpeyvînê de Partiya Çep û parlamenterên wê jî kir hedef. Çavûşoglû ji bo parlamenterê ji Partiya Çep Andrej Hûnko îdîa kir ku "alîgirê PKK'ê ye".

ROJNAMEVANÊN ELMAN MÊVANÊN AKP'Ê NE

Ji ber ku komek ji rojnamevanên Elman ji bo Tirkiyeyê hatin vexwendin, Çavûşoglû vê dema dawiyê gelek caran di medya Elman de xuya dike. Ajansa Nasandin û Desteka Razemeniyê ya Serokwezaretiya Tirk (ISPAT) gerek organîze kiriye û karkerên li saziyên medya yên Elman jî cih digirin.

Nûçegihanê Tirkiyeyê yê kovara Der Spîegelê Maxîmîllîan Popp, ji rojnameya Suddeûtsche Zeîtûngê Chrîstîan Geînîtz, ji ARD'ê Olîver Mayer-Ruth û ji Dîe Zeît Mîchael Thûman jî di nav de 15 rojnamevan 3 rojan li Îzmîr û Antalyayê geriyan.

Balkêş ev gera rojnamevanan heman piştî hevdîtina Gabrîel û Çavûşoglû pêk hat. Bi hevdîtina Gabrîel û Çavûşoglû re tê gotin ku di têkiliyên Tirkiye-Elmanyayê de rûpelekî nû vebûye. Çavûşoglû û Gabrîel 6'ê Çileyê li Elmanyayê li hev rûniştibûn.