Çavdêriyên Hunermend Rotînda yên li Rojava -NÛ BÛ

Hunermend Rotînda qala çavdêriyên xwe yên li Rojava kir û got, ji bo wî cihê serbilindiyê ye ku li xaka şoreşê ye.

Rotînda yek ji wan hunermendan e ku di têkoşîna şoreşê ya demdirêj de bi gelek şehîdan re stranên berxwedanê gotiye.

Rotînda di jiyana xwe ya şoreşê ya 30 salan de tevkariyeke mezin li çand û hunera Kurdan kiriye.

Hunermend Rotînda ku bi stranên xwe yên berxwedanê tê naskirin, piştî 22 salan hat qada şoreşê Rojava.

Hunermend Rotînda diyar dike, bi serketina YPG-YPJ'ê û QSD'ê hatiye dîtin ku ti hêz nikare li hemberî hêz û îradeya gelan bisekine.

'HUNERMEND Û REWŞENBÎR BI ÇAVEKÎ CUDA LI ŞOREŞÊ DINERIN'

Rotînda bi bîr xist ku salên 97-98'an berî şoreşê ew hatibû Rojava û niha jî bi kelecaneke cuda vegeriya ye vê xakê ku şoreş lê pêk hatiye.

Rotînda diyar kir, berxwedan û têkoşîna li Rojava mîna stêrkeke li ezmanan bû û got, "Bala tevahiya dinyayê li vir bû. Bi taybetî şerê li Kobanê ku bi hezaran heval şehîd bûn û birîndar bûn, xwecihî cihekî taybet e. Dîtina vê xaka ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan, ji bo min hesteke cuda ye. Dema ku gihîştim bajarê Rimêlanê min dît ku yê me ye, bi rengê me xemiliye.

Li vê xaka ku bi xwîna şehîdên me û felsefeya Rêber Apo azad bûye, jiyana li vê derê, dîtina saziyan ku hemû bi Kurdî ne hesteke gelekî bedew e.

Mesela polîsên ku trafîkê kontrol dikin bi Kurdî diaxivin, hevalên ku li nasnameyê dipirsin bi Kurdî diaxivin, ev cihê kêfxweşî û bedewiyê ye.

Hunermend ew kes in ku hîn bi kûrahî li bûyerê dinere, dibe ku gelek mirov tenê weke şoreşa çekdarî lê dinere, lê belê hunermend, rewşenbîr, kesên pêşengiyê ji civakê re dikin hîn bi kûrahî li şoreşê dinerin. Ji xakê heta mirovan, ji mirovan heta keda li vir her tiştî bi rengekî cuda dinirxîne."

Rotînda anî ziman ku Kobanê gelekî bi xweşiya wî çûye, ji ber ku li gel şerê giran ê ku bajar serûbin kiriye jî mirovên li bajêr bi hêvî ne, mîna ku qet şer neqewiye germ in û vê yekê gelekî bala wî kişandiye.

Rotînda ragihand, Kobanê birînên şer di demeke kurt de pêçandiye û got, "Dikarim bêjim, Kobanê li gorî Kantona Qamişloyê hem ji aliyê mîmarî hem jî ji aliyê civakî ve çanda Kurd hîn bêhtir parastiye."

Li ser çand û hunerê jî hunermend Rotînda diyar kir ku divê hunermend bêhtir çanda xwe esas bigirin û xwe ji çanda arabeskê vegirin.

'XEYALA MIN EW BÛ KU ZAROK BI KURDÎ PERWERDEYÊ BIBÎNIN'

Rotînda got, "Têkoşîna me hîn didome, şerê germ hîn nesekiniye, her roj agahiyên şehîdan tên, hevalên me hîn şer dikin. Dibe ku li parçeyekî Kurdistanê şoreşa leşkerî pêk hat, lê belê li sê parçeyên din hîn mêtingerî û zordarî hene.

Perwerdeya bi zimanê dayikê ya zarokan ez gelekî kêfxweş kir. Li Kobanê dema li malekê mêvan bûm, min ji zarokên malbatê xwest ku pirtûkên xwe bîne. Bi kêfxweşî anîn. Zarok 8 salî bû û xweş bi Kurdî dixwend. Xeyala min a 20-25 salan bû ku zarok li Kurdistanê bi zimanê xwe yê dayikê pirtûkan bixwînin. Pêkhatina vê serketineke xweş e. Dibe ku ji bo mirovên li vê derê tiştekî ji rêzê be, lê belê tiştekî ji rêzê nîne. 

Bi taybetî ji bo hevalên ku bi muzîkê re eleqedar in dixwazim bêjim, dikarin li nava gundan bigerin û ji vê çanda bedew û dewlemend gelek tiştan werbigirin. 10 hezar sal in li Kurdistanê çandek heye û nû nîne. Dema ku stranên wan gundan ji pîr û kalên gundan guhdarî bikin, ji nû ve berhev bikin û pêşkêşî gel bikin wê ev yek bibe xizmeteke mezin ji bo gel."

'BI XWEDÎDERKETINA LI GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ EM Ê BI SER BIKEVIN'

Rotînda herî dawî bal kişand ser berxwedana grevên birçîbûnê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Ocalan tê kirin û bi hezaran kes didomînin û got, "Eger gelê me xwedî li vê berxwedanê derkeve, wê dijmin nikaribe li ber hêza me, li ber berxwedana me bisekine. Em ê bi ser bikevin." Rotînda herî dawî berxwedêrên greva birçîbûnê silav kir.