Çar rêxistinan bersiv dan îdîayên ‘li Îmralî binpêkirin nîne’

Rêxistinên mafên mirovan bersiv dan îdîayên dewleta Tirk a dagiker a li Komîsyona Wezîran a Konseya Ewropa ya têkildarî mijara li Îmralî ‘binpêkirin nîne’.

Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Weqfa Lêkolînê ya Civak û Hiqûqê (TOHAV), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), di 26'ê Tîrmehê de ji bo "cezayê muebetê yê girankirî" yê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan hatiye birîn, serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê da. Di serlêdana van rêxistinên hiqûqê de biryarên binpêkirinê yên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yên di derbarê hepsa heta hetayê de hatin destnîşankirin û hat xwestin ku ev rewş bi lezgînî hildin rojeva xwe.

Tirkiyeyê di 7'ê Îlonê de de bersiv da serlêdana Saziyên Civakî yên Sivîl û Tirkiyeyê îdîa kir ku ji sala 2009'an û vir ve li Îmraliyê binpêkirin çênebûye. Li aliyê din, Tirkiye dîtin û pêşniyarên di serlêdanê de yên li ser "mafê hêviyê" û "guherandina qanûna cezayê muebetê yê giran" ku îhtîmala serbest berdana Ocalan û girtiyên din derxist pêş, paşguh kir. Balkêş bû ku Tirkiye tenê rapora ku Komîteya Pêşîgirtina li Îşneceyê ya Ewropayê (CPT) di salên berê de li ser şert û mercên fîzîkî yên İmraliyê amade kiribû, girtiye dest.

BERSIV DAN ÎDÎAYÊN TIRKIYE

Rêxistinên sivîl ên serlêdanê kirine bersiva îdîayên Tirkiyeyê dan. Di bersiva ku ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re hatiye şandin de wiha hatiye gotin: "Hikûmetê di derbarê mijarên ku di danezana STK’iyan de di bersiva wan de hatine vegotin de bersivek berbiçav nedaye. Bi awayek xapîner diyar kiriye ku di warê cezayê muebeta girankirî û muebetê yê di pergala hiqûqa Tirkiyê de berdana bi şert daxilî berdanê ye û îdia kiriye ku şertên Girtîgeha Îmraliyê xala 3’yemîn binpêkirinê pêk nayîne.”

CEZAYÊ MUEBETÊ

Rêxistinan diyar kirin ku di nav de Ocalan, Kaytan, Gurban û Boltan ku hene bi sedan kes di bin "rejîmek darvekirinê" de ne ku heya ku ew bimirin, bêyî ku derfeta serbestberdana wan a qanûnî an jî bi şert hebe dê di girtîgehê de bimînin. Rêxistinan bal kişandin ser wê yekê ku Ocalan, Kaytan, Gurban û Boltan dê heta mirinê ji ber cezayên giran ên heta hetayê di girtîgehê de bin û sîstema darazê ya Tirkiyê di vê rewşê de mafê berdana bi şert ji girtiyan re nas nake.

TECRÎD DOMDAR E

Rêxistinan bal kişand ser şertên li Îmraliyê û rapora CPT’iyê û wiha gotin: “Di rapora CPT’iyê ya dia dara 2014’an de bang li Tirkiyeyê hat kirin ku ‘Guherandina rejîma girtinê ya ji bo girtiyên bi cezayê muebetê yê girankirî’ were sererastkirin. Xala 3’yemîn a Peymanê binpê dike. Li ber vê biryardariyê, divê şert û mercên tecrîdê û îzolasyona sosyal ya ku Dadgehê di biryarê de destnîşan kiriye ji holê rabe û biguhere da ku meriv bikaribe behs bike ku ev alî biryar ji aliyê Hikûmeta Tirkiyê ve hatiye cîbicîkirin. "

ŞERT Û MERC WERIN BAŞKIRIN

Rêxistinan di bersiva xwe de destnîşan kir ku bersiva Tirkiyê xapîner e, tecrîd bi awayek girankirî berdewam dike û banga başkirina şert û mercên girtiyan hat kirin û taybetî banga başkirina şert û mercên Ocalan hat kirin.