Çalakiyên ji bo girtiyên nexweş: Girtîgeh veguherîne êşkencexanê

Di çalakiyê li Enqere û Îzmîrê hatin lidarxistin de hate gotin, “Desthilat û rayedar çiqasî di komkujiyan de israr bikin jî, emê ê jî ji bo edaletê israr bikin.”

ENQERE

Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî ya Enqereyê, di hefteya 383. a çalakiya ku ji bo balê bikşîne ser rewşa girtiyên nexweş, li ber Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê Sevîl Tûrgût, bal kişande ser rewşa girtiyê bi nexweşiya pençeşêrê Hakan Kanat ê ku li Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 3 a Sîncanê girtî ye.

Tûrgût diyar kir, “Hevjînê wê bi tesadufî di 22’yê Cotmehê de di sîstema e-nebzê de dît ku li nexweşxaneya Enqereyê ye û ji bo ku bizanibe li kû derê ye û agahiyê bigire gelek caran telefonî Saziya Cezayê Giran a Kirşehîrê kir, lê agahiyên pêwîst nehat dayîn. Dema li Saziya Înfaza Cezayê ya Sîncanê geriyane gotine ku ji aliyê doktorê nexweşxanê di 21’ê Cotmehê de emeliyat bûye.”

Tûrgût her wiha anî ziman ku ji ber Kanat piştî emeliyatê 2 saetan xwîn vereşiya ye, ji 60 teqelên di qirika wî de hatibûn dirûtin 35 jê vebibûn, ji ber wê jî dîsa hatin dirûtin û wiha pêde çû; “Piştî emeliyatbûnê bi 3 rojan, Kanat birin qawîşa girtîgehê, li wir rewşa wî têkçûye, gazî doktor hatiye kirin û hema bêje ji mirinê rizgar bûye. Kanat di qawîşa xwe de bi qasê 5 rojan maye. Hakan Kanat ê ku 6 rojan bi rewşa xwe ya emeliyatbûyî û bêyî ku dirûnên birînan wî werin jêkirin, şandin Girtîgeha Tîpa L a hejmar 3 ya Sîncanê û xistin odeya karantînayê ya girtîgehê.”

Tûrgût, anî ziman ku Kanat tevî nexweşiya xwe ya giran li şûna ambûlansê bi wesayîta girtiyên rewşa wan asayî ya yek kesî ve hatiye şandin û ev bange kir, "Divê demildest were berdan û pêwsîte mafê wî yê jiyanê were parastin."

ÎZMÎR

Jin li Îzmîrê ji bo girtiyên nexweş û ji bo balê bikşînin ser binpêkirina mafên li girtîgehan bi berzkirina dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" meşiyan.

Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û EGETUHAY-DER'ê, ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û binpêkirina mafên li girtîgehan bi beşdariya  Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan daxuyaniya çapemeniyê li dar xistin. Dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz jî beşdarî daxuyaniyê bû.

Tevî astengkirina polîsan jî Saliha Aydenîz li vir axivî û diyar kir ku îktidarê li dijî jinan şer daye destpêkirin lê belê têkoşîna jinan a li dijî vê yekê didome. Aydenîz da zanîn ku ew li aliyê siyaseta demokratîk in û Desthilat û rayedar çiqasî di komkujiyan de israr bikin jî ew ê jî ji bo edaletê israr bikin.

Pişt re jin ber bi avahiya Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê ve meşiyan û jinan li dijî astengkirina polîsan dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" û "Jin jiyan azadî" berz kirin û helwesta polîsan şermezar kirin.

Hevseroka EGETUHAY-DER’ê Sultan Yagmekan da zanîn îktidar ji têkoşîna zarokên wan ditirse û wê ji bo zarokên xwe têbikoşin.

Meşa jinan li ber avahiya HDP'ê ya Îzmîrê bi dawî bû.