Çalakiyên 9’ê Çileyê yên Jinên Tîrêjên Rojê

Însiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê li Geverê çalakiyek li dijî qereqola polîsan lidar xist û li Tûşbayê wesayeîteke polîsan kirin xwelî.

Însiyatîfê bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişande ser çalakiyên ku yekeyên wan kirinî û got, “Yekeyên me 2’ê Çileyê şev saet 21:00’an 2 caran li dijî qereqola polîsan a 75. ya ku taxa Baregeha Kevin a Geverê dagir kirinî çalakî lidar xistine.”

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku wan bi taktîkên nû li qereqola polîsan ya ku 25’ê Kanûnê jî ji du baskan ve bi bombeyên bi dest hatine çêkirin lê hatibû xistin dane.

Însiyatîfê her wiha diyar kiriye ku piştî çalakiyê dagirkeran li taxê dest bi êrişeke berfireh kiriye û got ku hêzên wan bi saxlemî vegeriyane cihê xwe.

Jinên Tîrêjên Rojê her wiha da xuyakirin ku wan ev çalakî ji bo bîranîna sê jinên şoreşger Sara, Rojbîn û Ronahî yên ku di 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hatibûn qetilkirin lidarxistin e.

Di dawiya daxuyaniyê de jî behsa çalakiya ku li navçeya Tûşba ya Wanê lidarxistinî hatiye kirin û hatiye ragihandin ku yekeyên wan agir bi wesayîta bi plakeya  34 ZJ 3739 ya “ayîdê polîsên faşîst û mêtinger” berdane û di encamê de wesayît bi temamî bûye xwelî.

Însiyatîfê herî dawî tekez kir ku heya li Kurdistanê mêtingerek hebe ewê têkoşîna xwe bidomînin.