Çalakiya Sêmalka 104 rojin bê navber didome
Di serdanên ji bo çalakiya li deriyê Sêmalka de siyaseta PDK’ê û hevkariya wê ya bi dewleta Tirk a di êrişên li dijî gerîlayên azadiyê hat şermezarkirin.
Di serdanên ji bo çalakiya li deriyê Sêmalka de siyaseta PDK’ê û hevkariya wê ya bi dewleta Tirk a di êrişên li dijî gerîlayên azadiyê hat şermezarkirin.
Çalakiya li deriyê Sêmalkayê bi serdan û nobedariyê didome. Çalakî derbasî roja xwe ya 104’an bûye û hê jî PDK’ê cenazeyên gerîlayên şehîd ên li herêma Xelîfanê di kemîna çekdarên PDK’ê de şehîd bûbûn nehatiye dayin.
Îro endamên Desteya Karûbarên Civakê ya Herêma Cizîrê û Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Qamişlo berê xwe dan konê çalakiyê.
Şande ji aliyê endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê ve hate pêşwazîkirin.
Li deriyê Pêşxabûrê Endamê Meclisa Kantona Qamişlo Ebdurezaq Mihemed axivî, siyaseta PDK`ê û hevkariya wê ya bi dewleta Tirk re di êrişên li dijî gerîla de, şermezar kir.
Her wiha israrkirina PDK`ê û redkirina xwestekên çalakvanan jî şermezar kir.
Ebdurezaq Mihemed destnîşan kir ku ew ê çalakiya xwe dewam bikin heta ku cenazeyê şehîdan were radestkirin û bi merasîmeke girseyî werin oxirkirin.
Her wiha Mihemed di axaftina xwe de bang li rêxistinên mirovî, hiqûqî û rêxistinên navneteweyî kir ku destwerdanê bikin û zextê li PDK`ê bikin da ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bike.
Paşê endamên Desteya Karûbarên Civakî ya herêma Cizîrê û Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Qamişlo berê xwe dan konê çalakiyê.
Çalakiya konvedanê li deriyê Sêmalkayê didome heta ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan were kirin.