82 rêxistinên Kurd helwesta neteweyî raber kirin

Bi dehan nûnerên rêxistin û partiyên siyasî, li Brukselê li hev civiyan û li hemberî birayara DYA’yê ya di derbarê pêşengên PKK’ê de wergirtî helwesta hevpar diyar kirin.

Bi armanca şermezarkirina biryara DYA’yê ya di derbarê pêşengên PKK’ê Cemîl Bayik, Mûrad Karayilan û  Dûran Kalkan de wegirtî, 82 rêxistin, partî û saziyên Kurd û bi dehan kesayetî li Brukselê li hev civiyan.

Bi pêşengiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), 82 rêxistin, partî û saziyên Kurd û bi dehan kesayetî  bi armanca protestokirina biryara DYA’yê û nîqaşkirina rêbazên têkoşînê de li hev dicivin. Nûnerên partî û rêxistinên Kurd ên li çar parçeyên Kurdistanmê li Kûluba Çapemeniyê ya Brukselê (Press Club Brussels) bi yek rojeva hevpar li tên li ba hev. Nûnerên partî û rêxistinan diyar kirin ku ev biryar ne tenê li hemberî PKK’ê ye, li hemberî hemû Kurdan e. Di civînê de hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle axivî û got ku ev biryar berdewama komploya navneteweyî ye.

Sazî û rêxistinên tevlî civînê bûyî ev in: Kongra-Gel, PJAK, KODAR, YNK, PYD, Komele, Partî Sosyalîstî Demokratî Kurdistan, El Partî Demoqratî Kurd, Partiya Komunîsta Kurdistan, Partiya Çep a Kurd li Suriyê, Partiya Kesk a Kurdistan, Hizbî Komunîstî Krekarî Kurdista û Soraya Demokratîk Partî, saziyên civaka sivîlên weke HDK-Ewropa, KCDK-E, TJK-E, PKAN, FEDA, Tev-Çand, Enstituya Kurdî, KOMAW, Kurdîpedîa.

DÎCLE: DIVÊ EM KAMPANYAYÊ BIDIN DESTPÊKIRIN

Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle, diyar kir ku ev biryara DYA’yê biryareke antî demokratîk e û go, “Ez vê biryarê protesto dikim, şermezar dikim. Biryareke bê exlaqî ye. Di kesayetiya her sê pêşengên Tevgera Azadiya Kurd de dixwazin me hemûyan ceza bikin. Ev biryar berdewama komploya navdewletî ya sala 1999’an e.”

Dîcle anî ziman ku divê li hemberî vê biryarê kampanyayek bê destpêkirin û tiştên ku divê bên kirin wiha rêz kirin:

1- Divê bi esasgirtina Dîwana Edaletê ya Ewropayê ya li Strasbourgê û Dîwana Edaletê ya Belçîkayê, li DYA’yê dozek bê vekirin.

2- Li çar parçeyên Kurdistanê û li gelek navêndên cîhanê bi tevlîbûna gelek partî rêxistin, kesayetiyan divê kampanyayeke îmzeyan bê destpêkirin û ev îmze radestî wezareta derve ya DYA’yê bê kirin.

3- Kesayetiyên tên nasî, nivîskar, rojnameger divê li hemberî vê biryarê ji rojnameyên tên nasîn re gotaran binivîsin.

4- Wê encamnameya vê civînê ji wezareta derve ya DYA’yê re bê şandin.

KERÎMÎ: HELWESTA KURDAN GIRÎNG E

Nivîskar Elî Kerîmî jî got ku her sê pêşengên Tevgera Azaiya Kurdistan 40 salan ji bo azadiya gelê Kurd û Kurdistanê têkoşîn kirine û wiha pêde çû, “Ev biryara wezareta derve ya DYA’yê ne mirovane û ne jî exlaqî ye. Ez şermezar dikim. Divê em bi helwesta xwe ya yekîtiya neteweyî vê pirsgirêkê çareser bikin.

GUNDUZ: JINÊN KURD VÊ NAPEJIRÎNIN

Li ser navê TJK-E’yê Sabîha Gunduz lenet li biryara DYA’yê kir û got: “Hûn nikarin listikan li ser Kurdan bikin. Em rê nadin vê. Ji ber ku îro Kurd dîrokê dinivîsînin. Jin wê di her qatê de têkoşînê bike.”

MOHEMEDÎ: BI LEZGÎN DIVÊ DEV JI VÊ BÊ BERDAN

Li ser navê Komele Sazmanî Hîzbî Komunîtî Kurdistn a Îranê Çiya Mohemedî biryara DYA’yê bi tundî rexne kir û got divê bi lezgîn ji vê şaştiyê vegerin û got: “Divê hemû partî û rêxistinên Kurdî li dijî vê biryarê têkoşînê bike.”

SERBILIND: EM BIBIN YEK NIKARIN BIRYARÊN WIHA BIGIRIN

Serokê Partiya Îslama Kurdistan (PÎK) Hîkmet Serbilind bal kişand ser reng û baweriyên cihê yên li Kurdistanê û got: “Dijminên rengan hene. Divê em Kurd li dijî van derbikevin. Kurd ji derveyî Kurdbûnê her tişt in. Biryara DYA’yê ne ji vê cuda ye. Em saziyên Kurd divê vê biryarê protesto bikin û xwedî helwest bin.”

ŞÊXANÎ: DIJMINÊN KURDAN!

Li ser navê PYK-S’ê Mistefa Şêxanî jî got: “Di tevahiya dîrokê de dijminên Kurdan bi rolekî wiha rabûne. Biryara îro jî girêdayî vê ye.”

CEMAL:  JI BO CIVAKA NAVNETEWEYÎ ŞERM E

Li ser Hîzba Komunîstî Karkerên Kurdistan Deştî Cemal jî bibîr xist ku biryara DYA li ser daxwaz Tirkiyeyê hatiye gitin û got: “Biryar ji bo civaka navneteweyî şerm e. Em partî û rêxistinên Kurdan divê li dijî vê biryarê bibin xwedî helwestên zelal. Ti bingeha vê biryarê nîne. Divê ev bê tehşîrkirin.”

ERKAN: PKK VÎNA KURDAN E

Li ser navê Tevgera KAWA jî Huseyîn Erkan destnîşan kir ku PKK’ê ji bo azadiya Kurdan têkoşîneke demdirêj e dike û berdêlên giran dane. Erkan got: “PKK vîn û temsîla gelê Kurd e. Em vê wisa dibînin. Ji bo vê divê her kes li dijî biryara DYA’yê derbikeve. Eger em vê vala dernexin wê tiştên hê xirabtir bibin.

ŞALÎ: BIRYAREKE LI DIJÎ BERJEWENDIYÊN KURDAN E

Li ser navê Yekgirtûy Îslamî Kurdistan Aras Şalî jî got: “Em biryara DYA’yê şermezar û mehkûm dikin. Ev biryar biryarekî li dijî berjewendiyên Kurdan e hatiye girtin. Divê her kes têkoşîneke hevpar bide kirin.”

ARYO: HELWESTEKÎ ZELAL PÊWÎST E

Nûnerê Kongreya Gelê Mezopotamya Georg Aryo jî da xuyakirin ku divê li dijî biryara DYA’yê hemû alî bibin xwedî helwestên zelal.

ŞETEWÎ: NAYÊ PEJIRANDIN

Prof. Dr. Hesen Şetewî biryar şermezar kir û got nayê pejirandin.