80 nivîskaran piştgirî dan Tifaqa Ked û Azadiyê

80 nivîskaran peyameke hevpar weşandin û diyar kirin ew piştgiriyê didin Tifaqa Ked û Azadiyê.

Tifaqa Ked û Azadiyê wê sibê li Navenda Kongreyê ya Halîçê ya Stenbolê deklarasyonekê eşkere bike. Beriya deklarasyonê 80 nivîskaran ji bo piştgiriya tifaqê peyamek weşandin.

Di peyamê de ev tişt hate diyarkirin “Di vê dema dijwar de ya ku li welatê me hejariyeke mezin heye, di bin zextan de dixeniqe û li ser çand û zanistê êrîşên mezin hene, Tifaqa Ked û Azadiyê xwedîtî li du têgehan kir û dest bi rêwîtiya xwe kir. Em nivîskar jî vê ronahiya hêviyê silav dikin.

Îro pêdiviya hemû kesan heye ku bi qasî hêviyê baweriyê jî bibîne. Em jî ketine nav bendewariya ku wê hebûna me dewlemend bike, mirovayetiya hatiye hilweşandin ji nû ve bilind bike, roleke baş û nû pêk tîne û deriyê azadî, wekhevî û aştiyê veke. Em van hesan Tifaqa Ked û Azadiyê pîroz dikin. Bila rêya li pêş me dirêj, ronî û vekirî be.

LÎSTEYA NIVÎSKARÊN KU ÎMZE DANE

Adnan Ozyalçiner, Ahmet Tellî, Ahmet Umît, Akin Olgun, Akîf Kurtuluş, Altay Oktem, Asli Tohumcu, Asuman Susam, Ayşegul Devecîoglu, Ayşen Saribaş, Bîlsen Başaran, Bulent Tekîn, Cevat Çapan, Çetîn Yîgenoglu, Denîz Durukan, Dîlek Ozkan, Dîlruba Erenler, Dîzdar Karaduman, Emel İrtem, Eylem Can, Fatma Aras, Fergun Ozellî, Fîgen Şakaci, Gamze Arslan, Gaye Boralioglu, Gokçer Tahîncîoglu, Gokhan Tuncay, Gulce Başer, Guler Surucu, Hande Baba, Hasan Oztoprak, Hatîce Meryem, Hayrî K. Yetîk, Hîcrî İzgoren, Husnu Arkan, İncî Aral, Kamîl Tekîn Surek, Kerîm Akbaş, Latîfe Tekîn, M. Mahzun Dogan, Mahîr Unsal Erîş, Mazlum Çetînkaya, Mehmet Ozceylan, Mehmet Saît Aydin, Mehtap Ceyran, Meral Şîmşek, Murat Uyurkulak, Murathan Mungan, Mustafa Koz, Nalan Çelîk, Namik Kuyumcu, Neşe Yaşin, Neval Savak, Nîyazî Zorlu, Nuray Gok Aksamaz, Oguz Tumbaş, Olcay Ozmen, Oya Baydar, Oylum Yilmaz, Omer Asaf Tosun, Ozer Akdemîr, Ozgun E. Bulut, Ozgur Zeybek, Rahmî Emeç, Sema Kaygusuz, Semîh Gumuş, Serdar Koçak, Şaban Ol, Şebnem İşîguzel, Şevkî Ozdemîr, Tahîr Şîlkan, Tugrul Keskîn, Turan Horzum, Turgut Uzum, Unal Ersozlu, Vecdî Erbay, Yelda Karataş, Yucelay Sal, Zubeyde Seven Turan, Zulfu Lîvanelî."