8 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Bekir Kaya hate birîn

Ji bo hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekir Kaya 8 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hate dayîn.

Di doza Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekir Kaya û xebatkarên şaredariyê Cûma Koylugolû, Çetîn Çîfçî, Zelal Tanli, Mehmet Yalim Eryîgît, Can Tayan û rêveberê MEYA-DER Îdrîs Şaybak û Nerîman Ûyar ên li 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Agiriyê dihatin darezandin de, biryara 8 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Bekir Kaya hate birîn. Her wiha 2 sal û mehek ceza jî li xebatkarên şaredariyê Bekir Kiran, Çetîn Çîftçî, Cûma Koyluoglû, Îdrîs Şeybak û Nerîman Ûyar jî hate birîn. Zelal Tanli, Mehmet Yalim Eryîgît, Can Taylan jî hatin berdan.