6 partiyan helwest nîşan dan: Em ê HDP'ê biparêzin

6 partiyên siyasî bal kişandin ser êrişa li ser HDP'ê û got, "Bila gumana kesî nebe, em ê bi hemû hêza xwe HDP'ê biparêzin." Partiyan ji bo HDP'ê banga piştevaniyê kirin.

DBP, Partiya Şoreşger, ESP, SODAP, SYKP û Partiya Çep Kesk têkildarî êriş û provokasyona li ber Navenda Giştî ya HDP'ê daxuyaniyeke hevpar weşandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Provokasyona ku doh serê sibehê heta êvarê li ber Navenda Giştî ya HDP'ê hate kirin, dorpêçî, lêdan û destgîrkirin, gef û heqareta amîrên polîsan a li wekîlên me, dijminatiya desthilatdariya AKP-MHP'ê ya li demokrasiyê û gel, bêhiqûqî û bêexlaqiya desthilatdariyê careke din raxistiye pêş çavan."

'HDP LI PÊŞIYA FAŞÎZMÊ ASTENGIYA HERÎ MEZIN E'

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ev êriş xeleke nû ya ji rêze êrişên li ser HDP'ê ye" û hate destnîşankirin ku armanca hevpar a êrişan bêdengkirina HDP'ê ye, hewldanek ji bo tepisandina îradeya rêxistinbûyî ya gelê Kurd, kedkar, ciwan, jin û bindestan e.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Desthilatdariya siyasî; girtina HDP'ê yan jî bêbandorkirina wê, ji bo serketina di hilbijartinê de ji xwe re weke şertekî ji neçarî dibîne. HDP bi rastî jî li pêşiya faşîzmê, li pêşiya têkbirina jiyana civakî astengiya herî mezin e, benda herî xurt e.

Ji ber vê yekê ev êrişa bi plan û berfireh a li ser HDP'ê di heman demê de êrişa li ser hêzên demokrasiyê, her kesên aştî û azadîxwaz, kedkar, bindest, gelan û civakên baweriyan e ku di bin zext û zordariyê de ne. Gefa ku amîrekî polîsan li Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşer Acar Başaran xwar jî nîşaneya tundiya mêr-dewletê û encameke dijminatiya bloka faşîst a AKP-MHP'ê ya li jinê ye.

Parastina HDP'ê şertê parastina demokrasî, azadî, aştî û wekheviyê ye. Lewma divê hêzên demokrasiyê û kedê li hemberî êrişên li ser HDP'ê helwesteke hevpar nîşan bidin û mafê HDP'ê yê ji bo siyasetê biparêzin.

Bi navê pêkhateyên HDP'ê; DBP, Partiya Şoreşger, ESP, SODAP, SYKP û Partiya Çep Kesk, em vê êriş û provokasyona li dijÎ HDP'ê li dijî xwe dibînin. Têkbirina vê êrişê jî wezîfeya hevpar a me hemûyan e. Bila kes gumanan neke; em ê bi hemû hêza xwe HDP'ê biparêzin."