6 meh ceza li Yuksekdag hate birîn

6 meh cezayê girtîgehê li Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag hate birin.

Di derbarê Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag de bi îdîaya ‘mûxalefeta li dijî qedexeyên hilbijartinê’ doz hatibû vekirin. Di rûniştina dozê ya li 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Asliye ya Erdîşê de 6 meh ceza li Yuksekdag hate birîn.

Li Wanê di 27’ê Cotmeha 2015’an Yuksekdag beşdarî vekirina otogarê bûbû û axaftin kirîbû. Ji ber axaftina Yuksekdag cara destpêkê ye li Tirkiyeyê bi îdîaya ‘mûxalefeta li dijî qedexyên hilbijartinê’ ceza li lîdera partiyekê tê birîn.