6 girtî hatin sirgûnkirin

6 girtiyên li girtîgehên Mêrdîn û Şirnexê hatin sirgûnkirin.

Ahmet Alp, Haşim Gezer û Seyîthan Yaman ên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Mêrdînê sirgûnî Girtîgeha Girtî ya bi Ewlekariya Bilind Hejmar 2 a Xarpêtê, Fahrettîn Taş û Abdulcelîl Akgul jî sirgûnî Girtîgeha Gİrtî ya Tîpa H a Erzîromê hatin kirin.

Kokel Babat (38) jî, ku 23'ê Cotmehê li bajarokê Şenoba yê navçeya Qilaban a Şirnexê ji ber guleyên leşker û cerdevanan birîndar bû û piştre hate girtin, ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Şirnexê sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Beşîkduzu ya Trabzonê hate kirin.

Tê gotin, Babat xistine hucreya yek kesî.