4 nifş, 40 sal: Destana PKK'ê

"Ji her aliyê cîhanê jin û xortên ciwan tevlî nava refên me dibin. Bi PKK jiyan, cîhan û mirov xweşiktir û bihêztir dibin. PKK îro dil û mejiyê mirovahiyê ye û em xwedî wê biryardarî û baweriyê ne ku em ê ji bo gelên xwe şoreşê pêk bînin."

Di çanda Rojhilat de wateyeke kûr a peyv û hejmara '40'î heye. Li gorî yên bawer dikin, Nebî Mûsa 40 salî têkoşîn meşandiye û li Çiyayê Tûrê di 40 roj û 40 şevî de wahî ji Xweda girtine. Di baweriya gelê me yê Elewî-Bektaşî de jî '4 derî 40 meqam' ciyekî girîng digire. 40'ê dayîka zarok anî, derketina 40'ê miriyan, 40'e ya derwêşan û hwd. raz, sêhr, wate û girîngiyeke 40'ê ya efsanewî heye…

PKK jî wekî tevgereke senteza Rojhilat û Rojava, salvegera têkoşîna xwe ya fermî dijî. Di bin şert û mercên şer ên giran de, di salvegera xwe ya 40'mîn de Komîteya Navendî ya PKK'ê civîna xwe ya salane di asta kongreyekî de pêk anî. Kesên hinekî ji siyasetê fêm dikirin û têkiliya wan bi rojnamevaniyê re hebû dizanîbûn ku PKK wê salvegera xwe bi pîrozbahiyên bi heybet pêşwazî bike. Wekî rojnamevan me di navbera xwe de li ser geşedanên dawî nîqaş dikir û gerîlayên ku em bi wan re di têkiliyên de bûn agahiyeke girîng û veşartî dane me: "Sibê saat li 6'an amade bin." Me nedizanî em ê herine ku û çi bibînin. Lê refleksên me yê rojnamevaniyê digote me ku 'em ê tiştine girîng bibînin'.

Wekî ku hatî gotin li saet 6'an em amade bûn. Bi derfetên PKK'ê avakirî, bi wesayîteke taybet li gel komek gerîla em ketin rê. Di nava wesayîtê de ya ku pêşî bala mirov dikişand, kelecan û coşa gerîlayên ciwan bû. Ji xwe piştî çend deqeyan ev têgîhana me veguherî rastiyê û em bi strana 'Vaye PKK rabû' veciniqîn. Jineke ciwan a gerîla pêşengtî dikir û hevalên wê jî lê vedigerandin. Stran û marş li pey hev rêz bûn ta ku em gihane ciyê wesayît sekinî.

4 NIFŞ, 40 SAL: DESTANA PKK'Ê

Piştî ku em ji wesayîtê peya bûn, çend deqeyan meşiyan. Surprîza mezin li pêşberî me bû: Endamên Komîteya Rêveber yên PKK'ê li ser rê li benda me bûn. Bêguman pêşî bala mirov Dûran Kalkan dikişand. Dûre Rûken Garzan, Bozan Tekîn, Cemal Şerîk. Rêveberên PKK û PAJK’ê Hêlîn Turk, Qasim Engîn û yên din, fermandarên HPG û YJA-STAR’ê Têkoşer Colemerg, Xelat Şemsê û bi sedan gerîlayên ciwan. Dûran Kalkan û hevalên xwe yek bi yek destên me digirin û xêrhatina me dixwazin. Koma rojnamevanan wekî ku ketibine xezîneyeke dîrokî bi coş û arezûyeke mezin dest bi karên xwe kirin. Tişta ku herî zêde bala mirov dikişand jî rengarengiya pêkhateyên merasîmê bû. Diyar bû ku gelek gerîla hê nû tevlî PKK'ê bûne. Lewre jî kelecana xwe venedişartin. 

Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, PAJK û KCK’ê di destên gerîlayên ciwan de li ba dibûn. Di navbera çend deqeyan de merasîma bi heybet dest pê kir. Li ser navê PKK'ê Dûran Kalkan diaxive: "Tiştên ku me di 39 salan de kirî, awêneya me ya ku em ê di salvegera xwe ya 40’mîn de bikin e." Şanaziya 40 salî, bi xwe bawerî, cîddiyet û biryardariya PKK'ê di peyvên Kalkan de şênber dibû. "Wekî ku Komîteya me ya Navendî jî biryara wê dayî, salvegera 40’mîn ya Partiya xwe em ê veguherînin partîbûyîna rast a di xeta Rêbertî de û bi ruhê serfiraziyê di her qadê de di asta seferberiyê de rêxistinbûyîn û têkoşînê îlan dikin." Kalkan, pênaseya lîderê xwe Ocalan ya ji bo PKK'ê kirî ku digot, "PKK romaneke dawiya wê nehatî, straneke naqede û delal e." Dubare kir û wiha berdewam kir: "PKK'ê ruh da miriyan, yên zûwa şîn kir, ruh da hemû kes û tiştan. Em ê di salvegera xwe ya 40’mîn de bedelê hemû salên bûrî têkoşîna xwe mezin bikin. PKK navê wê îradê û meşê ye. Qada çalakiya fikir û nêrînên Rêber Apo ye."

LI ÇIYA PASTA

Piştî axaftina Kalkan, merasîma leşkerî yek bi yek silavdayînahev qediya. Li meydaneke mezin amadekariyên konserê hatibû kirin. Koma navdar Koma Awazên Çiya, bi stranên xwe yên herî balkêş û ji wan tê hezkirin li pêşberî gerîla bû. Piştî konsera Awazên Çiya, pîrozbahiyê berdewam dikir. Di lalik-sênîkên xwarinê de pastaya dihat belavkirin bala mirov dikişand. Bivênevê propagandaya şerê taybet hate bîra me…Rayedarên dewleta Tirk her tim behsa şert û mercên zor ên çiya dikin û li ser kaxezê rojê deh caran dawî li PKK'ê tînin. Lê dema me pasta, ciwanên nû tevlî PKK'ê bûyî û sedan gerîlayên ji her parçe, neteweyên cuda û xwedî temenê cuda dîtin, careke din me fêm kir ku heqîqet û dewlet li dijî hev in. Ji xwe dema em ketin nav gerîla û me mîkrofona xwe dirêjî wan kir, wan jî ew rastî bi awayekî mîlîtanî anîn ziman. Mînak gerîlayê ciwan Baz, sedema tevlîbûna xwe û baweriya xwe wiha anî ziman: "Rêber Apo dibêje 'me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî ser bikevin'. Ez jî ciwan im û ciyê hemû ciwanan nav refê tevgera serketin û serfiraziyê PKK'ê ye."

Dîsa gerîlayeke jin a ciwan jî got "Rêberê me dibêje 'PKK partiya jinan e'. Îro jî li tevayê cîhanê em pêşêngtiya azadiya jinê dikin. Ma ev ne bese ji bo ku mirov tevlî PKK'ê bibe?"

'COŞA CIWANAN HÊZÊ DIDE ME'

Em ji ba gerîlayên ciwan radibin û diçin ba rêveberên PKK'ê, têkoşîn û 40 saliya PKK'ê em ji Dûran Kalkan dipirsin û meraq dikin ka çawa li van çiyan dimînin. Bersiva Kalkan efsûneya PKK'ê eşkere dike: "Li çavên van ciwanan binêrin. Ew coş, hezkirin û hêviya di wan çavan de û pêdiviyên wan hêzê dide me. PKK soza tiştekî madî nade kesî, lê ji her aliyê cîhanê jin û xortên ciwan tevlî nava refên me dibin. Bi PKK jiyan, cîhan û mirov xweşiktir û bihêztir dibin. PKK îro dil û mejiyê mirovahiyê ye û em xwedî wê biryardarî û baweriyê ne ku em ê ji bo gelên xwe şoreşê pêk bînin." Dema Kalkan diaxive nava çavên wî dikenin û ti dizanî ku gotinên xwe hîs dike û bi wan bawer e.

Hê merasîm neqediyayî û bi sedan gerîla pîrozbahiyê dikin de, agahî hat ku balafirên şer û ên keşifê li qadê digerin. Fermandarekî gerîla henekan li gerîlayê agahî anî dike: "Ê heval madem balafirê şer hatine wan girê bidin bila nekevin." Hemû gerîla bi hev re dikenin û govendê digerînin. Ev rehetiya gerîla çalakiya wan a li Şemzînanê anî bîra me. Li wir jî HPG’ê "noteke taybet" li şûna xwe hiştibûn: "Ger ku teknîka we ya şapînozî hebe, em jî xwedî mertalên tekûz in." Mertalê gerîla ji pûş bû û 'belaş' bû. Lê teknîka bi mîlyonan dolar vala derdixist. Belkî jî ev mînak cewherê vî şerî jî îfade dike: aliyek bi zor û zextên dewletê û teknîka mîlyon dolar tevdigere; aliyê din jî xwe dispêre rayên xwe yê jiyanê û xwezayê, bi bîr û baweriya rêberê xwe û bi hezkirina gelên xwe ji bo azadiyê têdikoşe. Belkî jî tişta herî girîng jî zelaliya fikrî û baweriya gerîla ya bi serketinê ye. Fermandarê artêşa Tirk ê berê Îlker Başbûg gotibû, "Divê em hêviya wan a serketinê bişkînin." Lê em dibînin ku ew hêvî bi taybetî jî piştî Rojava xurttir bûye.

Piştî merasîma moralê jî roj dewam dike. Rojnamevanên xwedî ezmûn hevalên me Bakî Gul û Gelawêj Ewrîn jî taama devê xwe dizanin û di vê rojê de fersendên dîrokî ji dest bernedan. Bakî Gul bi rêveberên navendî re bernameyeke li ser 40 saliya PKK'ê û merasîmê pêk anî. Gelawêj jî bi 40 gerîlayên jin, ciwan, şervan û rêveber re 40 saliya PKK'ê nîqaş kir. Di aliyê rojnamevaniyê de her du hevalên me jî karê herî mezin kirin. Em çi bêjin, ev jî encamê ezmûnê ne…

Bi tempoyeke bilind, bi kedeke mezin, bi alîkariya hemû hevalên me rojeke têr û tijî li şûn me ma. Dema em vegeriyan ciyê xwe êdî roj diçû ava. Lê wekî rojnamevan, tişta di bîra min de mayî, wêrekî, zîrekî, hostayî û heybeta PKK a ew merasîm li dar xistî bû. Bi sedan mîlîtan ji bo şehîdên xwe bibîr bînin û bêjin em li vir in û hûn jî dijîn, bi me re ne, gotin di cî de be 'mirin dan berçavên xwe'. Her çiqas di rêza sêyêmîn, çaremîn de be jî aliyên vê merasîmê yên wekî bersiva wan ê ku digotin, "êdî kes navê wan zikir nake, em ê biqedînin" û hwd. digotin jî hebû.

PKK'ê di van 40 salên xwe yên bihurî de gelek tiştên "dûrî aqilan"(!) û gelek tiştên ku mirovan digotin "ne mumkun e pêk were" kirin. Ev merasîm jî di serdemeke ku teknîka dewletan ev qasî xurt de pêk hat. Ji bo xatirê 40 saliyê û dilsoziya bi nirxan, PKK'ê careke din çalakiyeke mezin pêk anî, tiştekî ji rêzê layîqî xwe nedît. Belkî jî ferqa PKK'ê ji tevgerên din ev bû: Bi qasî ku di oxira fikrên xwe de can bide, ji jiyanê hez dike.