30 sal ceza li Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan hate birîn

Dadgeha Tirk 30 sal ceza da Berdevka Demê ya Tevgera Jina Azad (TJA) Ayşe Gokkan.

Ayşe Gokkan li Dadgeha Cezayê Giran a 9'an a Amedê bi îdîaya 'rêvebera rêxistinê' û 'endama rêxistinê' hate darizandin.

Dadgeha Tirk 30 sal ceza li Gokkan birî.

Gokkan 28'ê Sibatê hate girtin. Gokkan ev 35 sal in têkoşîna jinan dide, heta niha bi kêmanî 8 caran bi îdîaya 'endama rêxistinê' ye hate darizandin, derheqê wê 200 lêpirsîn hate vekirin û bi dehan caran hate destgîrkirin.