3 lehengên li Qestel Cîndo

Tank, top û balafirên şer 9 rojan bombe li Qestel Cîndo barandin. Tenê sê şervanan li gel vê bomberdûmana giran gir diparastin. Ozgur, Îmad û Canfeda. Li hemberî wan artêşa NATO'yê hebû.

Her berxwedan lehengên xwe diafirîne. Her lehengî ne tenê dibin berxwedan, her wiha dibin parçeyek ji dîroka gelê berxwedêr a ji nû ve tê nivîsandin.

Dîroka Kurdistanê bi gelek berxwedan û lehengan tijî ye. Vê meha dawî berxwedaneke bêhempa heye. Lewma navê "Berxwedana Serdemê" xweş lê tê. Her kêliya berxwedana 30 rojên dawî bi lehengiyan dagirtî ye. Heta ku ev gel û şervanên leheng hebin wê kes nikaribe Efrînê dagir bike.

Gelek lehengên vê berxwedanê afirîn. Gelek sembol der bûn... Navê berxwedanê bû Avesta Xabûr, navê rûmeta wê bû Barîn Kobanê. Sembolê wê jî berxwedêrên Mamile, Keverê Ker, Bîlalkol, gund û girê Qudê û Çiyayê Parse. Mirov nizane bê kîjan ji van binivîsîne. Lê yek ji wan heye ku divê teqez were vegotin. Ji bo Kurd, bi taybetî civaka me ya Elewî û Êzidî zanibin bê ev berxwedan berxwedaneke çawa ye, divê bê vegotin. Divê di hiş û mejiyê berxwedan û raperînê yê nifşê nû de jî bineqişe.

ÇIYAYÊ PARSE, YANÎ QESTEL CÎNDO

Zêde nayê vegotin bê Çiyayê Parse yanî girê gundê Qestel Cîndo çawa hatiye girtin. Dagirkirina girê Qestel Cîndo -ku hê jî li gir şer diqewime- mîna bidestxistina serketineke gelekî mezin tê nîşandan. Der barê vê dagirkeriyê de gelek dîmen hatin weşandin. Yek ji van dîmenan jî li ser teknîka ku di dagirkeriyê de hate bikaranîn bû. Ku dihate nîşandan; bi tank, obus, top, hawan û balafirên şer bi rojan bombe li vî girî hatin barandin.

Qestel Cîndo cihekî welê ye ku li rojhilatê wê Ezaz, li rojavayê wê gundê Maarîn, li bakurê rojhilatê wê gundên Yazibag û Dîkmetaş, li rojavayê wê gundê Qestel Cîndo û li pêşberî wê jî gund û girê Baflûnê hene.

Dewlet û çeteyên Tirk ên dagirker ji roja destpêkê ve ewilî êrîşî vî girî kirin. Bi 30 tank, obus, hawan û bi dehan balafirên şer 9 rojan êrîşî vî girî kirin. Dewleta Tirk û çapemeniya wê ya Mehmetçîk sê caran ragihandin ku wan gir kontrol kirine. Li ser dagirkirina gir dîmen weşandin. Yek ji van dîmenan, berxwedana li gir bi rengekî vekirî radixist pêş çavan. Destpêkê bi tankên Elman Leopard ên li girê Yazibag, gundên Ezaz û Maarînê hatibûn bicihkirin, bomberdûman li gir hate kirin. Tevî tankan, obusan jî bê navber li gir dan. Li gel wan, balafirên şer jî bombe li gir barandin. Dema ku mirova bala xwe baş bide ser dîmen, wê were dîtin ku tenê 2 şervan bi kleşan di çeperê de ne û li dijî tank, top û balafirên şer tenê bi kleşên xwe gir diparêzin.

OZGUR, ÎMAD Û CANFEDA

Fermandarê vî girî Ozgur û hevalê wî Îmad, tevî hevalê xwe Canfeda yê parastina wan dikir, 9 rojan li dijî duyemîn mezintirîn artêşa NATO'yê, li dijî tank, top, hawan û balafirên wan ên şer bi kleşên xwe gir parastin. Roja 10'emîn, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dikarîbûn xwe bigihînin ser gir. Mîna ku lehengiyeke mezin kirine hewl dan vê nîşan bidin. Dibe ku ew gir hatibe dagirkirin, lê belê ew her sê şervanên leheng ên bi kleşên xwe li dijî tank, top, hawan û balafirên şer 9 rojan li ber xwe dan, bi ser ketin. Yên têk çûn artêşa Tirk û çeteyên wê bûn. Ji ber ku li hemberî wan tenê sê şervan hebûn ku bi kleşan li ber xwe didan û gir parastin. 9 rojan nehiştin ku dagirker xwe bigihînin ser gir. Bi berxwedana 9 rojan a li ser gir, destaneke nû ya lehengiyê nivîsandin.

Bêguman bi dehan destanên mîna vê hene. Lê belê yek ji destanên ku gihîşte min û bandoreke mezin li min kir, destena Çiyayê Parse yanî destana gund û girê Qestel Cîndo ye. Destana lehengiya Ozgur, Îmad û Canfeda. Ev destana berxwedanê dibe ku hê ji gelek aliyan ve bê vegotin û nivîsandin.