3 Şitil hatin bîranîn: Em şerên wan di têkoşîna xwe de vedijînin

Pêşengên şoreşger ên nifşê 68’an Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan di salvegera 50. a darvekirina wan de li Stenbolê hatin bîranîn.

Rêxistinên ciwanan di 50. salvegera darvekirina pêşengên şoreşger ên nifşê 68'an Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan de ew bibîr anîn. Rêxistinên ciwanan li ber AKM'a Taksîmê li hev civiyan û heta Dolmabahçe ya ku 6'emîn Fîloyên ku dirijin behrê meşiyan. Di meşa ku di bin dorpêça polîsan de pêk hat de pankartên bi nivîsa “Têkoşîna li dijî emperyalîzm û kapîtalîzmê li ser rêya Denîzan berdewam dike” hatin vekirin. Her wiha gelek caran dirûşmeyên, “Bijî şoreş û sosyalîzm”, “Me Fîloya 6. a emperyalîst û hevkaran ji bîr nekiriye”, “Şehîdên şoreşê Namirin” û “Denîz, Yûsif, Huseyîn, têkoşîna me didome, wê bidome” hatin berzkirin. Di meşa ku Sirûda Gundogdu bi yek dengî hat xwendin de, peyama “Em ê têkoşîna wan mezin bikin” hat dayîn.

Bîranîn li Dolmabahçeyê bi deqeyekê rêzgirtinê destpê kir. Li ser navê rêxistinên Ciwanan Ege Şahîn daxuyanî xwend û got; “Têkoşîna wan ne serhildêriyeke bêsedem bû. Yek ji mîrateyên herî mezin ên ku ji ciwanan re hiştibûn, dibistana nebûna serhildêreke bê bêsedem bû. Têkoşîna azadiyê ya gelên bindest, karker û kedkaran meşand. Li dijî emperyalîzm û kapîtalîzmê têkoşînek ku ji zanîngehan li tevahiya civakê belav bû, meşandin. Ciwanên şoreşger îro jî di riyên ku Denîzan vekirinî de têkoşîna li dijî emperyalîzm û kapîtalîzmê berfireh dikin û didomînin."

Ege Şahîn da zanîn ku têkoşîna Mahîr, Denîz û Îbrahîm; têkoşîna ku îro li zanîngehan ciwanên şoreşger li dijî desthilatdariya siyasî û rêveberiyên paşverû û mêtinger birêve dibin e û got ku Polîtîkayên dagirkerî û îlhaqê yên dewletê jî her ku diçe belav dibe. Şahîn wiha pêde çû, “Îro weke ciwanên şoreşger em dizanin ku yekane rêya bidawîkirina van şer, dagirkerî û îlhaqan, ji rêveberiya çîna karkeran re derbas dibe. Dema em têkoşîna xwe bidomînin, em dizanin ku ev têkoşîn wê di nav sînorên meclîsê de neyê meşandin, bûrjûwazî nikare mafê me yê herî rewa yê demokratîk jî bi cih bîne. Em ji vir careke din diqîrin ku tenê şoreşger, karker û kedkar wê vê desthilatdariya siyasî û muxalîfên burjuva yên dijminê kedkar û bindestan bişînin.”