2 şervanên MLKP’ê şehîd bûn
Partiya Marksîst Lenînîst Komunîst (MLKP) Kurdistan ragihand ku şervanên wan Şoreş û Firat Neval di êrîşên dewleta Tirk a faşîst de şehîd bûne.
Partiya Marksîst Lenînîst Komunîst (MLKP) Kurdistan ragihand ku şervanên wan Şoreş û Firat Neval di êrîşên dewleta Tirk a faşîst de şehîd bûne.
MLKP-Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Hevrê Ahmet Şoreş (Zekî Gurbuz) ku yek ji pêşeng û fermandarên damezrîner ên têkoşîna azadî û serxwebûna Kurdistanê û xeta welatparêziya sosyalîst e, di êrîşa dewleta Tirk a faşîst a dagirker de şehîd bû.
Hevrê Ahmet Şoreş bi hemû hucreyên xwe ve dîrok, pêşeroj û damarên şoreşa Rojava û Kurdistanê ya komunîst e.
Hevrê Ahmet Şoreş ku bi hemû hişmendî, mejî û hêza xwe li dijî kapîtalîzmê têdikoşe, ew nemir e. Nemirî û hebûna wî ew ê pêşengtiyê ji partî û hevrêyên wî bike.
Di heman demê dee yek ji fermandarên pêşeng ên gerîlayên serdema nû hevrê Firat Neval (Ozgûr Namoğlu) jî şehîd bû. Hevrê Firat Neval fermandarekî ciwan e ku bi feraseta xwe ya îdeolojîk, taktîk û alavên teknîkî di têkoşîna gerîla de roleke girîng dilîze. Heval Firat Neval ku bi sadebûn, disîplîn û nefsbiçûkiya xwe, bi jiyana xwe ya şoreşgerî û exlaqê xwe ve taybetmendiyên herî bedew ê mirovê nû di xwe de ava kir.
Em soz didin ku em ê tola heval Ahmet û Firat bipirsin.”