2 meşvanên Gemlîkê hatin girtin

Hevserokên HDP'ê yên Navçeya Kadikoyê Koray Turkay û Îsmaîl Temel ên ku ji ber tevlêbûna meşa têkildarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibûn destgîrkirin, hatin girtin.

Di meşa Gemlîkê ya li Kadikoyê de ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo ku azadiya xwe bi dest bixe ya ji aliyê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan û Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran ya MED (MED TUHAD-FED) hat lidarixstin de 25 kes hatibûn destgîrkirin. Ji bo îfadeya xwe bidin dozgeriyê danê sibehê kesên destgîrkirî sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hatin kirin.

Li dozgeriyê bi îdiaya “binpêkirina zagona civîn û xwepêşandanan” û berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Zap, Avaşîn, Metîna, silav gerîla” ya di meşê de hatin sûcdarkirin.

Piştî îfadeyên dozgeriyê ji bo pêkanîna bi şertê kontrola edlî serbest bên berdan, her 23 kes sewqî Dadgeha Cezaya Sulhê hatin kirin. Her 23 kes jî serbest hatin berdan.

Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Kadikoyê Kuray Turkay û endamê Federasyona Komalên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Îsmaîl Temel bi heman îdiayê û bi hinceta "li hemberî polîsan li ber xwe daye" sewqî girtinê hatin kirin. Turkay û Temel ên ku li 4'emîn Dadgeha Cezayê Sulhê dihatin lêpirsînkirin bi heman hincetê hatin girtin.