2 girtiyên Suryanî hatin sirgûnkirin

2 Suryaniyên ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve piştî ku hatin revandin û radestî Tirkiye hatekirin, ji doza dihate darezandin dadgehê cezayê muebetê lêbirî, ji Hîlwanê sirgûnî Girtîgeha Êlihê hatin kirin.

2 Suryaniyiên ku ji aliyê Artêşa Milî ya Sûriye (SMO) ya dewleta Tirk ji çeteyên DAÎŞ’ê û El Qaîdê pêk anî, di pêvajoya êrîşa li ser Girê Spî û Serêkaniyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dîl hatibûn girtin, ji Girtîgeha Hîlwan a Hejmara 1’ê sirûgîn Girtîgeha Êlihê kirin. Hinceta sirgûnê jî nebûna cih hate nîşandan.

Gelek kes ên li girtîgehê tên ragirtin ku ji aliyê çeteyan ve piştî hatin girtin û radestî Tirkiyeyê hatin kirin, sirgûnî cihên cuda hatine kirin. Lê têkildarî nav û dîmenên wan ti agahiyek nehatin parvekirin.

Cemîl Gerges û Ehmed Casim Sûûd ên dema parastina gundê Sûriyan a girêdayî Serêkaniyê de ji aliyê SMO’yê ve hatin girtin, li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Riha ku dihate darezandin, di rûniştina 22’yê Hezîranê de bi hinceta ‘Xirakirina yekîtî û yekparebûna dewlet-welat’ cezayê muebetê lê hatibûn birîn. Hate ragihandin ku hejmara welatiyên Sûrî yên ku ji aliyê çeteyan ve hatine girtin û radestî Tirkiyeyê kirine, zêdetirî 130 kesî ne.