1600 leşkeran perwerdehiya Erka Xweparastinê bi dawî kirin

Dewreya Hêzên Erka Xweparastinê ya Kantona Cizîrê bi dawî bû ya hezar û 600 endam beşdar bûbûn.

Endamên Erka Xweparastinê yên tevlî dewreya 28ʹan bûne, li Akademiya Şehîd Nîdal Yûsif a li başûrê Qamişlo û Akademiya Şehîd Mecid Osman a Til Koçer belav bûne.

Dewre bi merasîmekê bi dawî bû. Merasîm bi beşdarbûna endamên Rêveber ên Rêveberiya Xweser, Endamên Meclîsa Damezirîner a Federaliya Bakurê Sûriyeyê, gelek fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê yên Kantona Cizîrê û malbatên şehîdan hate destpêkirin.

Di merasîmê de endamên Erka Xweparastinê sonda leşkerî dan û paşê jî Tûgaya Nihasî ya Erka Xweparastinê merasîmên leşkerî li dar xistin.

Di dawiya merasîmê de şervanan xelekên govendê gerandin û stran gotin. Endamên Dewreyê piştî qedandina dewreyê wê hefteyekê navberê bidin û paşê, li ser baregeh û noqteyên xwe dest bi peywirê bikin.