16 endamên GOÇÎZDER’ê hatin girtin

Li Stenbolê di operasyona qirkirina siyasî de 16 endamên GOÇÎZDER’ê hatin girtin.

Di operasyona qirkirina siyasî de ya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê hatibû destpêkirin hevserokên GOÇÎZDER’ê Kamîle Kandal û Mehmet Bogakan jî di nav de 22 kes di 3’ê Hezîranê de hatibûn destgîrkirin. Ev kes 8 roj in li emniyetê di nezaretê de bûn û piştî îfadeya wan a li emniyetê sewqî Edliyeya Stenbolê hatin kirin.

Piştî îfadeya wan a li dozgeriyê bi sûcdariya ‘endamên rêxistinê ne’ bi daxwaza werin girtin Makbûle Altintaş, Veysî Yildiz, Bîlal Yildiz, Îlyas Erdem, Halît Karahan, Zelal Coşkûn, Şeref Kaya, Ramazan Kirkpinar, Cîhan Kartal, Alî Koçyîğît, Îskan Teker, Songul Kose, Îrfan Hulaku, Kamile Kendal, Mehmet Bogakan, Demgul Athan, Suleyman Yildiz, Kiyasettîn Cuheylan, Erhan Ors, Nûrhayat Koçyîğît, Mehmet Baran û parêzer Pinar Konak jî bi şertê kontrola edî sewqî Hakimtiya Ceza ya Sulhê hate kirin.

Piştî lêpirsîna wan a li Hakimtiyê Pinar Konak, Suleyman Yildiz, Îskan Teker, Alî Koçyîgît, Şeref Kaya û Nûrhayat Koçyîgît bi şertê kontrola edlî hatin berdan, 16 kes jî hatin girtin.