150 çekdarên Mertala Firatê beşdarî QSD’ê bûn

150 çekdarên di nava  tabûra El-Sewfa û Ehral El-Şerqiya de bûn tevî malbatên xwe ji Mertalê Firatê veqetiyan û beşdarî QSD’ê bûn.

150 çekdarên ji tabûra El-Sefwa û Ehrar El-Şerqiya yên Mertala Firatê tevlî malbatên xwe bi daxuyaniyê ragihandin ku ew ji koma Mertala Firatê veqetiyane û tevlî QSD‘ê bûne.

Daxuyanî ji aliyê yek ji endamên Koma Mertala Firatê Ebû Seyf El-Dêrî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em wekî zarên Dêra Zorê ji bo rizgarkirina bajarê xwe ji terora DAIŞ‘ê beşdarî Mertala Firatê bûn. Lê piştre me sozên wan ên derew dîtin.

Armancên Tirkiyê yên dagirkirina herêmên me hene, dewleta Tirk dixwaze vê yekê bi riya destekdayîna Mertala Firatê pêk bîne. Me di demeke dereng de QSD nas kir. Hêzên Sûriye ya Demokratîk hêza tekane ye, ya li dijî terorê li Sûriyeyê şer dike.

Li ser vê yekê em veqetandina xwe ji Mertala Firatê û tevlîbûna xwe ya QSD‘ê radigihînin.

Bijî Sûriyeya Demokratîk.”