14 welatan li ser qebûlkirina penaberan li hev kirin

14 welatên Yekîtiya Ewropayê li hev kirin ku di warê penaberan de ew ê di navbera xwe de mekanîzmaya hevgirtinê ava bikin.

Hefteya borî Wezîrên Karên Navxweyî yên Yekîtiya Ewropayê li Helsînkîyê ya ku paytexta Fînlandîyayê ye civiyabûn û di warê parvekirina penaberan de li hev nekiribûn.

Wezîrê Karê Navxweyî yê Îtalyayê Matteo Salvînî yê ku di warê penaberan de gelekî tund e, ji vê civînê re gotibû ‘bi ser neketiye’. Piştre nûnerên 14 welatan li Fransayê li hev civiyan.

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron diyar kir ku di warê parvekirina penaberan de ji bo avakirina mekanîzmayekê welatan li hev kirine. Macron ji nav 14 welatan bi tenê navê Elmanya, Portekîz, Luksembûrg, Fînlandîya, Lîtvanya, Hirvatistan û Îrlandayê da.

Macron diyar kir ku armanca wan ev e ji bo penaberên ji Behra Spî xwe gihandine welatên Yekîtiya Ewropayê ew mekanîzmayekê ava bikin. Macron bal kişand ser vî tiştî ku yek ji armanca wan ev e ku karibin dersînorkirina penaberan hêsantir bikin.

Tê payîn ku wê di meha Îlonê de li Maltayê jî civînek were lidarxistin û ev proje wê bi biryara 15 welatan têkeve meriyetê.