14 hezar leşker-polîs şandin bajarên Kurdan ji bo deng bidin

Komîsyona Karên Hilbijartinê ya HDP'ê li ser qeyda ne li rê ya hilbijêran raporek amade kir. Di raporê de hate ragihandin, AKP-MHP'ê li deverên Kurdistanê yê zane wê têk biçe, zêdeyî 14 hezar polîs-leşker bi cih kiriye.

Komîsyona Karên Hilbijartinê ya HDP'ê, li ser qeyda bi guman a hilbijêran a beriya Hilbijartinên Xwecihî yên 31'ê Adarê raporek amade kir. Rapor ji saziyên OSCE, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Baro û saziyên navneteweyî re hatin şandin.

Di encama lêkolînê de tespît bû ku li bajar û navçeyên HDP li pêş e, bi rengekî ne li rê hilbijêr hatine bicihkirin.

Di raporê de hate ragihandin, hêzên dewletê yên li bajarên cuda, li navenda bajar û navçeyên HDP lê xurt e hatine bicihkirin, her wiha hêzên dewletê yên li qereqolên gundan jî li navenda bajaran hatine bicihkirin.

Di raporê de hate gotin, "Piştî ku lîsteyên hilbijêran 4-17'ê Çileyê hatin weşandin, ji bo 44 navçeyan serî li 34 desteyên hilbijartinê yên navçeyan hate dayin ku qeyda 33 hezar hilbijêrî bên lêkolîn. Di encama lêkolîna desteya hilbijartinê ya bajar û navçeyan de, li 16 navçeyan hate tespîtkirin ku qedya 12 hezar 499 hilbijêrî hatiye guhertin, qeyda hilbijêriyê ya 1.286 kes/hêzên ewlekariyê hatiye rawestandin. Li 28 navçeyan jî qeyda 19 hezar û 421 hilbijêrî tevî ku lêkolîneke têrker nehatiye kirin hatiye redkirin."

Di raporê de hate gotin, deverên ku îtiraz li wan hatiye kirin lojmanên Midûriyeta Emniyetê, lojmanên midûriyeta herêmê ya MÎT'ê, pansiyonên emniyetê, otel, mal û lojmanên artêşê ne, lê îtiraz bê hincet hatiye redkirin.

Di dewama raporê de hate gotin, "Ji bo 13 navçeyan serî li 14 desteyên hilbijartinê yên navçeyan hate dayin û ahte xwestin ku qeyda 4 hezar hilbijêrî bê kontrolkirin. Di encama lêkolînê de hate dîtin ku ji bo qeyda 4 hezar 242 kesên li 13 navçeyan lêkolîn û guhertineke têrker nehatiye kirin, qeyda 24 hilbijêrî hatiye rawestandin û qeyda 41 hilbijêrî jî hatiye aktîfkirin."

'JI BO BANDORÊ LI ENCAMÊ BIKIN, CIHÊ 14 HEZAR HILBIJÊRÎ GUHERTIN'

Di raporê de hate ragihandin, HDP'ê eşkere kiriye ku li 184 adresan 19 hezar 700 hilbijêr qeydkirî ne ku li van adresan di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de tenê 5 hezar 406 hilbijêr hebûn. Di raporê de hate gotin, "Qeyda 14 hezar 294 hilbijêrî ji bo bandorê li encama hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê yên li hin herêman bike, hatiye guhertin."

Li gorî raporê, 14 hezar 294 hilbijêrên ku cihê qeyda wan hatiye guhertin, ji hêzên dewletê pêk tê.

Di dawiya raporê de hate gotin, HDP'ê li ser mijarê serlêdan kiriye, lê belê 95 ji sedî yê serlêdanan hatine redkirin.