14 girtiyên li Girtîgeha Bolûyê hatin sûrgûnkirin

14 girtiyên li Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa F a Bolûyê diman sûrgûnê Girtîgeha Sîncanê hatin kirin.

Roja 17’ê Mijdarê 14 girtiyên ku li Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa F a Bolûyê diman sûrgûnê Girtîgeha Bi Ewlekariya Bilind ya Hejmar 1 a Sîncanê hatin kirin.

Xizmên girtiyan di hevdîtina telefonî ya 24’ê Mijdarê bi girtiyan re kirinî de zanîn ku hatine sûrgûnkirin.

Hate gotin ku di dema sûrgûnkirinê de gardiyanan destûr nedane girtiyan ku tiştên xwe bigrin, her wiha bi hêceta şewbê girtî xistine qerentînê û ew xistine hucreyên takekesî.

Navê girtiyên hatinî sûrgûnkirin wiha ne: “Kenan Avci, Mahmût Balkaş, Hasan Aşkin, Mehmet Guler, Şehmûz Mûso, Mehmet Emîn Çelebî, Halîs Îldenîz, Mûhamed Îsmaîl, Bedrî Akin, Îbrahîm Akkap, Mûstafa Bîçer, Huseyîn Barsak û du girtiyên din ku navê wan nehate zanîn.”