13 girtî hatin sirgûnkirin

Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Şakranê 13 girtî hatin sirgûnkirin.

Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Şakran a Îzmîrê di nava 4 rojan de, 13 girtî sirgûnê girtîgehên cuda hatin kirin. Ji roja Sêşemê û vir ve parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ji ber sewqkirina girtiyan a girtîgehên din, serdana girtîgehê kirin. Ji parêzerên ku bi muvekîlên xwe re hevdîtin kirine re hate gotin ku ji 14 girtiyên li qawîşa A-17 tên ragirtin, 13 girtî sirgûnê girtîgehên din kirin û piraniya girtiyan di lîsteya ÎHD’ê ya girtiyên nexweşên giran de ne.

Parêzer Velat Zeren ragihand ku rêveberiya girtîgehê ji wan re negotiye ku girtî sewqî kuderê kirine û çima sewqkirine.

Navên 13 girtiyên ku sewqî girtîgehên cuda hatine kirin wiha ye: “Ozgur Guçlu, Îhsan Balkaş, Mehmet Halîs Vûral, Abdurrahman Yildirim, Faîk Kimiş, Orhan Sakçi, Mehmet Nîmet Yilmaz, Fettah Yildirim, Îdrîs Çalişkan, Mûrat Dûrûk, Mîzbah Kaya, Mûrat Aydin û Mehmet Okûr.”