'1'ê Gulanê em berxwedanê geş bikin'

KCDK-E'yê got, ''Em bang dikin ku 1'ê Gulanê bi hev re bin, berxwedanê û têkoşîna demokratîk geş bikin.''

KCDK-E'yê got, ''1'ê Gulanê dijî kedxwarî, zilm û şer weke roja yekîtî û têkoşînê zêdetir watedar dibe. Em gel, kedkar, jin, ciwan, baweRî û hemû çewisandî, 1'ê Gulanê bi berxwedan û rihê yekîtiyê, li dijî kedxwarî, komkujî û bobelatên modernîteya kapîtalîst, bikin wesîleya yekîtiya demokratîk a hemû derdorên ku hatine vederkirin.

Bi têkoşîna hevpar a dijî bloka faşîst a AKP-MHP'ê em derkevin qadan û li dijî modernîteya kapîtalîst bibin weke kulmekê. Li her devera ku em lê ne û her demê em bibin yek, li dijî tecrîd, faşîzmê berxwedana azadiyê geş bikin.''

KCDK-E'yê her wiha banga geşkirina berxwedanê û têkoşîna demokratîk kir.