KURDISTAN
Nûçeyên Dawî
-
Nasir Yagiz: Berxwedan jiyan e!
Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a endamê HDP’ê yê Hewlêrê Nasir Yagiz a li dijî tecrîdê di roja 75’an de ye. Yagiz, dibêje ku heta tecrîd bi dawî nebe, berxwedan wê bidome. -
Gelê Sarayê xwe amade dike ku qeyûman biqewirîne
Li navçeya Saray a Wanê, HDP'ê di hilbijartinên giştî yên 2018'an de 80 ji sedî yê dengan wergirtibû. Ji ber talana bi destê qeyûm, tê payin ku HDP vê carê 90 ji sedî yê dengan werbigire. -
'Saziyên ku qeyûman girtine, em ê hemûyan vekin'
Suleyman Şavlûk ê HDP'yî ku ji bo Silopiyayê bûye namzet, diyar kir ku dema di hilbijartinê de bi ser ketin wê saziyên ji aliyê qeyûm ve hatine girtin yek bi yek vekin û hîn xurtir bikin. -
'Em ê Şirnexê ji zaliman paqij bikin'
Namzeta HDP'ê ya ji bo Hevserokatiya Şaredariya Şirnexê Nûrcan Alturk got, ji bo Şirnex ji zalim û kiryarên wan bê paqijkirin gelê Şirnexê wê biçe ser sindoqan û bersiva pêwîst bide. -
Ocalan qala Îmraliyê dike - XX
“Pêvajoya bi gavavêtina min a Ewrûpayê dest pê kir û heta bi Îmraliyê dewam kir bi hevkariya DYE-YE’yê pêk hat. Min weke şexs ti carî ji vê guman nekir.” -
Bîlgen: HDP ji bo civakê fedakariyê dike
Namzetê HDP'ê yê ji bo Hevserokatiya Şaredariya Qersê Ayhan Bîlgen got, "Civaka Tirkiyeyê daxwaza guhertinê dike û HDP vê daxwazê rast fêhm dike. Bêyî bikeve nava hesabên biçûk, bi fedakariyê hewl dide bersivê bide vê daxwaza civakî." -
Çalakiyên piştgiriya bi Guven re ya li Amedê didome
Komeke ji bo piştgirîkirina Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û berxwedêrên greva birçîbûnê yên bêdawî û bêdorveger li pêşiya mala Guven di nava çalakiyê de bûn. -
Namzetên HDP’ê yên Çêrmûgê bi gel re civiyan
Namzetên hevşaredariyê yên HDP’ê yên şaredariya Çêrmûgê Makbûle Çakin û Mûharrem Şahîn bi gel re civiyan. -
Bayik: Divê gelê me li her derê dest bi berxwedanê bike
Bayik: Dema ku li ser Rêbertiya me komplo pêk hat, gelê me çawa dest bi serhildanê kirin, divê niha jî bi heman ruhî dest bi berxwedanê bikin. -
Greva birçîbûnê ya li Mexmûrê di roja 49’an de ye
Li Mexmûrê li dijî dijî tecrîdê greva birçîbûnê hatibû destpêkirin û çalakiya greva birçîbûnê di roja 49’an de didome. -
Li Şêladizê plana MÎT û PDK’ê
Îro li bajarokê Şêladizê MÎT a Tirk û Partî Demokrata Kurdistanê (PDK) hinek welatî kom kirin û daxwaz ji wan kirin ku li dijî PKK’ê propagandayê bikin. -
Lîstikên qirêj ên PDK û MÎT’a Tirkan
Piştî ku gelê Şeladizê serî hildabûn û baregeha Tirkan şewitandibûn, PDK ji bo ku xwe li ber dilê AKP’ê şîrîn bike tevî MÎT’a Tirkan li herêmê li hemberî PKK’ê hewl dide meşekê li dar bixe. -
Li Hewlêrê çalakiya endamên Meclîsa Îştar di roja 4'an de ye
Çalakiya greva birçîbûnê ya jinên endamên Meclîsa Îştar a Mexmûrê ya li ber Nûnertiyya Netewên Yekbûyî ya li Hewlêrê di roja 4’an de tevî baran û sermayê bi biryardarî didome. -
Songul Erden: Gel dîsa wê bigihe mala xwe
Yek ji namzetên hevşaredariyê ya Hezexê ya HDP'ê Songul Erden got, ''Dema ku me şaredariya xwe dîsa stand, gel dîsa wê bigihije mala xwe''. -
KODAR: Îranê ne proje heye û ne jî rê dide projeya gel
Hevseroka KODAR’ê Zîlan Tanya li ser guşarên desthilata Îranê li gel û daxwazên gel nirxandin kir û got: “Îran ne bi xwe projeya çareseriyê heye û ne jî rê dide civakê projeya xwe bi rê ve bibe. Ev jî dihêle ku rewşa Îranê her biçe aloz û tegav bibe.” -
Qada mîtîngê kirin qereqola leşkerî
Colemêrgiyan, ji bo ku qada mîtîngê 5 km dûrî navenda bajêr hatiye diyarkirin, helwest nîşandan û gotin qada mîtîngê veguherandine qereqolên leşkerî. -
Li Basanê haziriya serdema nû
Basan ev 29 sal in bi hevkariya dewlet-axayan tê rêvebirin. Namzetê HDP'ê Mehmet Emîn Kiliç got, ''Êdî em ê dawî li vê bînin'' û got ew haziriya serdema nû dikin. -
Namzetên Sûrê: Em e li rex çewisandiyan û mezlûman bin
Namzetên Hevşaredariyê yên Sûrê Filîz Buluttekîn û Cemal Ozdemîr gotin, ''Em ê li rex çewisandiyan û mezlûman bin'' û ew ê saziyên ku hatine girtin dîsa vekin. -
Çalakiyên piştgiriyê yên bi Guven re dewam dikin
Çalakiyên piştgiriyê yên bi Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di roja 86’an a grevê de ye dewam dikin. -
Nasir Yagiz rakirin nexweşxaneyê
Nasir Yagiz ê di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ji ber rewşa wî ya giran saet derdorî 21:00’an de rakirina Nexweşxaneya Par. -
Welatiyên Bradost helwesta hikûmeta herêmê şermezar kir
Welatiyên herêma Bradostê helwesta hikûmeta herêma Kurdistanê şermezar kirin û gotin; “Divê hikûmeta herêma leşkerên Tirk ji Kurdistanê derxîne û destxweşiya xwepêşadêran bike.” -
Leyla Guven û Fadîle Tok bi hev re axivîn
Leyla Guven û Fadîle Tok ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne, bi rêya telefonê hev dîtin û bi hev re axivîn. -
Li girtîgeha Wanê gardiyanan êrîşî girtiyan kirin
Li girtîgeha Wanê gardiyanan êrîşî 16 girtiyên ku li dijî guhertina odeyan derketî, kirin. -
Helîkopterên Tirk bombe li gundên Bradostê barandin
Şevê din helîkopterên artêşa Tirk a dagirker bombe li gundewarên herêma Bradostê ya li parêzgeha Hewlêr a Başûrê Kurdistanê barandin. -
Yagiz: Rewşa min a tenduristiyê nebaş e, lê ez bi biryar im!
Endamê HDP'ê Nasir Yagiz ku li Hewlêrê 73 roj in di greva birçîbûnê de ye, rewşa wî ya tenduristiyê giran bû. Yagiz got, "Rewşa min a tenduristiyê nebaş e, lê heta ku tecrîd bê rakirin ez ê çalakiya xwe bidomînim."