KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Îlamê bi deh hezaran Newroz pîroz kir
Li navçeya Karzanê ya ser bi Îlama Rojhilatê Kurdistanê bi beşdarbûna zêdetirî 65 hezar kesan Newroz hate pîroz kirin. -
Xelkê Mexmûrê şehîdên Heftiya Qehremaniyê bi bîr anîn
Li wargeha penaberan a mexmûrê şehîdên Heftiya Qehremaniyê û Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG’ê Fazil Botan hatin bîranîn. -
Hêzên Îran û Iraqê di nava 24 saetan de 10 kolber birîndar kirin, 12 binçav kirin
Di nava 24 saetên borî de, li ser sînorê Newsud 10 kolber di encama êrişên hêzên Îran û Iraqê de birîndar bûn, 12 jî hatin binçavkirin. -
HPG’ê 2 gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anî
HPG’ê 2 gerîlayên li Amanosan şehîd bûn, bi rêzdarî bi bîr anî û got: “Bi yekîtiya bêhempa ya hevrêtiya Apoyî bi qasî pratîkên jiyan, li hember êrîşa dijmin bi xeta fedaîtiyê ya berxwedana dîrokî careke din îspat kirin.” -
Karayilan: Gelekî ku lehengên xwe hebin, wê teqez bi ser bikeve
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan anî ziman ku li nava PKK'ê kevneşopiya lehengiyê dewam dike û got, "Gelekî ku lehengên xwe hebin wê teqez bi ser bikeve." -
Bakirhan: Eger em bibin yek em ê tifaqa JÎTEM'ê têk bibin
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan li Îdirê axivî, bang li gelê Kurd kir û got, "Em ê tifaqa JÎTEM'ê asteng bikin. Ji kerema xwe re bibin yek, hesabên biçûk nekin." -
Gerîla TV dîmenê 2 çalakiyên sûîqestê weşand
Gerîla TV dîmenê 2 çalakiyên sûîqestê weşand ku di 27 û 29'ê Kanûna 2023'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hatin kirin û di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin. -
Besê Hozat: Em ketin pêvajoya berxwedana civakî
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat destnîşan kir ku wan bi Newrozê bi heybet dest bi berxwedana civakî kirine û got, "Me ev yek dît; gelê Kurd gelekî Newrozê ye. Lê belê gelê Newrozê wê gelên Tirkiyeyê jî bike gelê Newrozê." -
Li Dîlokê 2 jê zarok 3 kes hatin girtin
Zarokên 16-17 salî K.O., B.A. û ciwanê bi navê Ramazan Altintaş ji ber di salvegera şehadeta Ayten Behçet a ji bo şermezarkirina tecrîdê çalakiya fedaî pêk anîbû bi bîr anîn, hatin girtin. -
Hêzên Îranê êşkence li hunermendê Kurd ê ku beşdarî Newrozê bû kirin
Hunermend Hasan Kakeyî ji ber di pîrozbahiya Newrozê ya Bokanê de sirûda neteweyî xwend, ji hêla hêzên dewleta Îranê hat binçavkirin û bi awayekî hovane êşkence lê kirin. -
Li herêma Gabarê ketin û derketin ji nû ve hate qedexekirin
Li herêma Çiyayê Gabarê cara heftemîn ji bo 15 rojan 'Herêma Ewlekariya Taybet' hate ragihandin û ketin û derketin hate qedexekirin. -
Dewleta Îranê kolberekî din qetil kir
Hêzên Îranê doh êvarê li bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê kolberekî din qetil kirin. -
Li Agiriyê bi deh hezaran kes li hev civiyan
Li Agiriyê di mîtînga fînalê ya Newrozê de hate destnîşankirin ku wê di 31'ê Adarê de bersivê bidin êrişên dewleta Tirk. -
Li Şengalê liv û tevgera hewayî
Li Şengalê ji serê sibehê ve liv û tevgereke zêde ya balafirên bêmirov heye. -
Li Colemêrgê êşkenceya polîsan
Li Colemêrgê li qereqola polîsan êşkence li Yalçin Kavak hate kirin. -
Egîd Serdar şervanekî mîna navê xwe bû
Egîd Serdar ku mîna bi hezaran lehengên li Kurdistanê dîrokeke berxwedanê li pey xwe hişt, li gelek qadên Zapê tevlî çalakiyan bû û derbên giran li dijmin xist. -
Li Midyad û Çelê Newroz bi coş hat pîrozkirin
Li Midyad û Çelê bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” bi tevlêbûna hezaran kesî Cejna Newrozê hate pîrozkirin. -
Li Xakurkê agirê Newrozê geş bû
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê Newroz pîroz kirin. -
KCK'ê ji bo Hacî Mûhammed Bamukî peyama sersaxiyê weşand
KCK'ê têkildarî koça dawî ya Hacî Mûhammed Bamukî peyamek weşand ku yek ji kesayetên naskirî yên Helebceyê bû û sersaxî ji malbata Bamukî û xelkê Helebceyê re xwest. -
‘Em ê bi ruhê Newrozê Rêbertî azad bikin û dagirkeran têk bibin’
Gerîlayên YJA Star û HPG’ê, diyar kirin ku ew ê bi ruhê Newroza 2024’an azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bînin û dagirkerên li Kurdistanê têk bibin. -
Çend kêliyên bi coş ji Newroza Qendîlê
Newroza Qendîlê weke hemû salê dîsan mohra xwe li dîroka têkoşîna azadiyê da. Newroz bi dirûşmeya “Azadî ji bo Rêber Apo, Çareserî ji bo Pirsgirêka Kurd” bi coşeke mezin hat pîrozkirin û peyama xwe gihand. -
Operasyonên şoreşgerî yên ku artêşa Tirk tevizand
Hêzên gerîla ku ji sala 2023'an û vir ve derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dixin, ji meha Mijdarê ve çalakiyên xwe zêde kirine. Operasyonên şoreşgerî yên hêzên gerîla dewam dikin. -
Ji Mehebadê heta Seqizê agirê Newrozê hat dadan
Pîrozbahiyên Newrozê li Rojhilatê Kurdistanê bi hemû coşa xwe didome. Ji Mehabadê heta Ûrmiyê, Seqîz û Kirmaşanê agirê Newrozê hatin dadan. -
Desteya Eşayîr: Ya ku Osmaniyan nekir PDK dike
Desteya Eşayîr a Şengalê daxuyand ku PDK a ku pêwist bû hesabê fermanê bide, îro destwerdanê li ola Êzidiyan dike û got, “Em dibêjin ku kiryarên PDK'ê ji yên Osmaniyan ne cudatir in.” -
Li Rojhilat kolberek hat qetilkirin
Hêzên dewleta Îranê kolberê bi navê Peyman Ehmedî ê 35 salî rasterast gulebaran kir, qetil kirin.