KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Gerîla TV dîmenê ANKA’ya hatî xistin, weşand
Gerîla TV dîmenê balafira bi tîpa ANKA ya li qada Çiyareş a girêdayî Zapê hatî xistin, weşand. -
‘Rêber Apo rêberekî gerdûnî ye’
Gerîlayên ku rojbûna Rêberê Gelê Kurd pîroz kirin, diyar kirin ku weke rojbûna netewekî li vê rojê dinêrin û gotin bi paradîgmaya xwe bûye rêberekî gerdûnî. -
Fedaiyê şerê Cîloya Biçûk: Zagros Avaşîn
Zagros Avaşînê ku ji Metîna heta Şengalê, ji Şengalê heta Zapê di gelek qadan de berxwedaneke mezin raber kir, derbên giran li dagirkerên ku xwestin têkevin tunelên şer xist û rê neda dijmin. -
Li Şamê ji bo Abdullah Ocalan 3 hezar û 200 îmze hatin komkirin
Komîteya Însiyatîfa Gel a ji Rêber Abdullah Ocalan re Azadî ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye avakirin, di çarçoveya kampanya îmzeyan a li Şamê de nêzî 3 hezar û 200 îmze kom kirin. -
Desteya Eşayîr a Şengalê peyamek sersaxiyê ji bo Qasim Xelef Ebdullah weşand
Desteya Eşayîr a Şengalê peyamek sersaxiyê ji bo siyastmedar û parêzer Qasim Xelef Ebdullah weşand. -
HPG: 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin
Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 3 jî birîndar bûn. -
HPG'ê bîlançoya meha Adarê eşkere kir: 43 dagirker hatin cezakirin
HPG'ê bîlançoya şer a meha Adarê eşkere kir. Di çalakiyan de 43 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, gelek çek û cebilxane hatin desteserkirin, yan jî îmhakirin. 2 gerîla şehîd bûn. -
Sara Reza: Jidayikbûna Rêber Apo jidayikbûna gelekî ye
Endama Tevgera Azadiyê Sara Reza bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan axivî û wiha got: “Jidayikbûna Rêber Apo jidayikbûna gel û modeleke jiyanê ya nû ye.” -
KNK’ê qurbaniyên komkujiya Kurdên Feylî bi bîr anî
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi boneya 44’emîn salvegera komkujiya Kurdên Feylî daxuyaniyeke nivîskî weşand. -
Li Mexmûrê rojbûna Rêberê Gelê Kurd hate pîrozkirin
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mihrîcana Çand û Werzîşê ku 16 sal in tê kirin, duh bi şev jî bi coşeke mezin hat pîrozkirin. -
Bi ruhê berxwedanê yê Amedê têkoşiya
Gerîla Roza Rênas weke milîtaneke YJA Starê ya pêşeng di nava şert û mercên giran de şer kir, wezîfeyên xwe bi berpirsyariyeke mezin bi cih anî û heta nefesa xwe ya dawî bi ruhê berxwedanê yê Amedê têkoşiya. -
'Hevalê Egîd li Kurdistanê dawî li tirsê anî'
Ji fermandarên YJA Starê Hêlîn Bêrîtan got, "Hevalê Egîd bû ew kes ku li Kurdistanê tirs kuşt û wêrekî xist dilê her kesî." -
Gerîla li dewleta Tirk dixe, PDK jî enqazê radike
Çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê yên li hemberî leşkerên dewleta Tirk a dagirker ên li Zapê bênavber dewam dikin. PDK jî bênavber piştgiriyê dide artêşa Tirk a ku xitimî ye. -
Li Qendîlê 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin
Li gundê Bokrîskan yê Binarê Qendîlê, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîrozkirin û bi boneya rojê şitil hatin danîn. -
Milîsên MAK’ê li hember qeyûm çalaki pêk anîn
Milîsên MAK’ê ragihandin ku li hember polîtîkayên qeyûm yên dewleta Tirk a dagirker, li Amed û Geverê çalakî pêk anîn. -
4’ê Nîsanê li Silêmanî û Kerkûkê bi danîna şitlan hat pîrozkirin
Li Silêmanî û Kerkûkê bi boneya 75’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şitil hatin danîn û 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin. -
Li Zapê 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin
Li Zapê li dijî leşkerên Tirk ên dagirker çalakiyek hate lidarxistin. 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, çekek hate desteserkirin. -
75’emîn rojbûna Abdullah Ocalan li mala ku lê jidayikbûye hat pîrozkirin
75'emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li hewşa mala ku lê jidayikbûye hat pîrozkirin. -
Meşa Amarayê bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû
Meşa ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ber bi Amarayê ve li Xelfetiyê bi civîna gel bi dawî bû. -
Ji KONGRA GEL peyama 4'ê Nîsanê
Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got, "Di vê astê de astengiyên li pêşiya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi ti awayî êdî nayê qebûlkirin." -
'Meşa Amarayê ya ji bo azadiyê' destpê kir
'Meşa Amarayê ya ji bo azadiyê', ku bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, destpê kir. -
KCK: Em rojbûna pîroz bi coş û kêfxweşiyeke mezin pîroz bikin
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bang li her kesî kir ku rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi coş û kêfxweşiyeke mezin pîroz bikin û têkoşîna azadiyê mezin bikin. -
26 jin ên ciwan tevlî nava refên gerîla bûn
Di rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de 26 jin ên ciwan ragihandin ku tevlî nava refên gerîla bûne. -
KCK: Berxwedana gelê Wanê şoreşek e!
KCK’ê destnîşan kir ku berxwedana gelê Wanê şoreşek e û got, “Gelê Wanê, bi şêweyê nû yê serhildanê ku bi temamî bi hişmendî, vîn û dînamîkên xwe yên siyasî pêş xistiye, di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê dest bi merhaleyek nû kiriye." -
Fermandara YJA Starê Eddesa Cejna hate veşartin
Fermandara YJA Starê Ece Yilmaz (Eddesa Cejna) ku li Dersimê şehîd bû, li Êlihê bi merasîmeke girseyî hate veşartin.