Zor li Bakuriyan tê kirin ku Başûr biterikînin

Piştî êrîşa çekdarî ya li ser restoranta bi navê Hoqqabazê ya 17'ê Tîrmehê, zor li Bakuriyên li Hewlêr, Duhok û Zaxo tê kirin ku malên xwe berdin.

Hate ragihandin, piştî bûyera kuştina endamê konsolosxaneya Tirk a li Hewlêrê, hêzên asayîşê li Duhok û Hewlêrê bi ser gelek malên welatiyên ji Bakûrê Kurdistanê de girtine. Li navçeya Zaxo jî, ji welatiyên Bakurê Kurdistanê ku ji ber sedemên cuda neçar mane hatine Başûr, hatiye xwestin ji herêmê derkevin.

Li gorî zanyariyên ku çavkaniyên li Zaxo, Duhok û Hewlêrê ragihandin, piştî bûyera Hewlêrê, hêzên asayîşê bi ser gelek malên welatiyên ji Bakurê Kurdistanê de girtine.

Çavkaniyan ji Zaxo ragihandin ku asayîşê bang li welatiyên malên xwe ji Bakurê Kurdistanê anîne Zaxo kirine, nasnameyên wan kontrol kirine û derbarê wan de zanyarî kom kirine. Rayedarên asayîşê her wiha ji heman welatiyan xwestine ku herêmê terk bikin û gotine: “Yan biçin Rojava yan jî perçeyek din ê Kurdistanê, nabe hûn li vir bimînin.”

Çavkaniyan gotin ku asayîşê heta niha bang li derdora 25 kesan kiriye û ji wan xwestiye ji herêmê derkevin.

Li bajarokê Şeladizê yê navçeya Amêdiyê ya Duhokê, kesê bi navê Lezgîn Oremarî ku ji wargeha Mexmûrê ye, lê ev demek dirêj hatiye Şeladizê, zewiciye û zarokên wî hene jî, ji bajarokê hatiye derxistin. Lê nayê zanîn ka Lezgîn mala xwe biriye ku derê. 

Çavkaniyên li Duhok û Hewlêrê jî ragihandin ku asayîşê bi ser gelek malên ji Bakurê Kurdistanê de girtine û zanyariyên derbarê wan de kom kirine, nasname kontrol kirine.

Bi heman rengî li Silêmanî jî asayîşê bangî karkerên ji Wargeha Mexmûrê yên di kargehan de dixebitin kiriye û zanyariyên wan girtine. Her wiha ji hinekan jî xwestine biçin asayîşê û îmze bidin. Hat gotin ku mirovên ji Mexmûrê li Silêmaniyê hatine girtin, lê ev zanyarî nehat piştrastkirin û sedema girtinê nehat fêrbûn.