'Ziman stûna esasî ya netewe û civakbûnê ye'

Hisên Kara: Stûneke esasî ya netewebûn û civakê ziman e. Mirina ziman mirina neteweyê ye. Ziman ruhê civakê ye, ziman biçe civak diçe. Bila Kurd xwedî li hebûn û ruhê xwe derkevin. Li ber daxwaz dijmin rabe, her yek li mala xwe dibistanekê ava bike.

Yek ji cihê ku tevî her zext, zordarî û êrîşên qirker li ber xwe daye û bi rêk û pêk bi zimanê Kurdî perwerde lê hatiye dayîn Wargeha Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê ye. Lewma di perwerdeya bi zimanê Kurdî de ked û têkoşîna mamosteyên Mexmûrê gelekî zêde ye.

Bi rasthatina 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, yek ji kedkarên perwerdeyê Mamoste Hisên Kara ji ANF'ê re axivî.

Kara destpêkê roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li Kurdan hemûyan pîroz kir.

'ZIMAN STÛNEKE ESASÎ YA NETEWEBÛN Û CIVAKÎBÛNÊ YE'

Kara bal kişand ser rola ziman û hebûna ziman a ji bo civakê û got: "Ziman hebûna gelan e. Ziman nasnameya gelan e. Gelan bi ziman heta îro xwe nas kiriye û bi pêş xistiye.

Li cîhanê gelek ziman hene û gelek jî tine bûne, bi vê re jî netew jî winda û tine bûne. Mirov bi ziman kariye xwe îfade bike, hizir û hestên xwe vebêje. Bi ziman re yekîtiyeke civakê peyda bibe. Stûneke esasî yê netewbûn û civakê ziman e. Mirina ziman mirina neteweyê ye. Civakan bi ziman çand û wêjeya xwe pêş xistiye. Mayîna me ya heta îro bi saya zimanê me ye. Gel bi zimanê xwe çand, hembûn, nîjad û heqîqeta xwe bi nifşên nû re ragihîne."

‘ZIMANÊ KURDÎ XWE LI BER ÊRÎŞAN PARASTIYE; ZIMAN RUHÊ CIVAKÊ YE, RUH BIÇE CIVAK DIMIRE’

Mamoste Hisên Kara qala êrîş û zextên dewletên dagirker ên li ser ziman kir û wiha pêde çû: “Her tim li ser zimanan êrîşek heye. Civakên di nava hev de dijîn, ziman tevlî hev dibe, mirov baldar nebe, ziman lewaz dibe û ew ziman heta tinebûnê diçe. Zimanê Kurdî li nava zimanên cîhanê xwedî dewlemendiyeke mezine. Tevî hemû êrîş û zextan jî kariye xwe li ser lingan bigire û hatiye îro. Ziman ruhê civakê ye, ger ruh çû wê civak bimire. Dewletên dagirker xwestine zimanê Kurdî bidizin û ji bo xwe bikar bînin û ber bi tinebûnê ve bibin. Bi taybetî dewleta Tirk vê sedsala dawî pir ziravî kar kiriye. Înkara Kurd û Kurdistanî heye. Eger Kurd nebe wê ziman çawa hebe? Dibêjin zimanê Kurdî nîne. Zimanê Kurdî weke zimanê civakê hesab nakin. Miameleya bi Kurdî ya 'Zimaneke nayê zanîn' dike. 

‘DIJMIN TIM BI RÊBAZÊN NÛ XWESTIYE ZIMAN TINE BIKE’

Dewleta Tirk di warê hunerê de jî destdirêjiyek pir mezin kiriye. Di aliyê dengbêjiyê de berhemên Kurdî dizine, kirine malê xwe. Berhem û dîroka Kurdan dizî. Yên nekarî bibin jî, bi bendavan dixin bin avê û winda dike. Vê dizanin ku heta zimanê Kurdî nekujin, nikarin Kurdan înkar bikin û Kurdistanê înkar bikin. Ji vê ditirsin. Eger zimanê Kurdî jî bipejirînin, wê demê wê heqê Kurdan ê xwe bi xwe rêvebirinê jî bidest bixe. Ji bo wê tim bi rêbazên nû lîstikan dikin.”

‘ÇAWA DIBE ZIMANÊ MIROV BIBE VEBIJÊRKEK’

Mamoste Kara bal kişand ser dersa bijare ya zimanê Kurdî ya ku ji aliyê dewleta Tirk ve tê kirin û got: “Çawa dibe zimanê mirov bibe vebijêreke ku hilbijêre. Bi vê dibêjin zimanê xwe ji bo xwe hilbijêre. Tu yê bi Tirkî baxivî, Kurdî baxivî yan zimaneke din. Sîstem hemû di bijavtina neteweyan de, bi pîlan û proje di mijara berjewendiyên xwe de êrîşî ziman dike. A xeter ew e ku haya mirov ji vê nîne.”

‘DIVÊ HER MALEK BIBE DIBISTANEK’

Kara qala lewazî û kêmbûna axaftina bi zimanê Kurdî ya nava civakê kir û wiha pêde çû: “Kêmbûna axaftina jiyana rojane, dike ku ziman tine bibe, lewaz bibe. Mirov di jiyanê de ziman bikar neîne, dikeve xeteriyê, dîsa di medyayê de bi pêş nexe û bikar neînî, xeterî li ser çêdibe. Çawa ziman pêş bixî, divê di çand û wêjeya xwe zimanê xwe pêş bixî, hest û helbestê xwe û dîroka xwe bi zimanê xwe bîne ziman. Her cûre rengê jiyanê bi zimanê xwe îfade bikî. Ziman biçe, çand diçe, huner diçe. Tê qonaxeke wilo mirov xwe înkar dike. 

Ji bo pêxistina ziman divê mala xwe bikî dibistan. Li kolanê, li sûkê bi zimanê xwe baxivî. Ji bo vê jî têkoşînek xurt lazime. Ji bo hebûna xwe înkar nekî û winda nekî, divê xwedî li zimanê xwe xwedî derkevî. Li hemû qadan li ber vê têkoşînê bikî. Li hember qedexê tu yê têbikoşe, bi Kurdî baxivî. 

‘BI TEVGERA AZADIYÊ RE ZIMAN, HUNER Û ÇAND BI PÊŞ KET’

Bi xêra Tevgera Azadiya Kurd, ev ziman, çand û huner vegeriya pêşketinê. Rêber Apo ked û girîngiyek pir mezin da ziman, çand û wêjeya Kurdî. Di vî alî de perwerdeyeke pir xurt û kûr hate dayîn. Pêşketinek pir mezin li Kurdistanê çêbû. Ev yek jî bi xêra şehîd û berdêlên giran pêk hatin. Gelek Rojnamevan ji ber belavkirina zimanê Kurdî hatin qetilkirin û windakirin.”

‘BI PER Û PARÇEYEKE PÊNÛS BÛ PERGALEKE YA SÎSTEMA PERWERDEHIYÊ’

Mamoste Hisên Kara qala berxwedan û têkoşîna ji bo ziman a xelkê Mexmûrê kir: “Şêniyên niha li Mexmûrê ne ji aliyê rejîmek faşîst û dîktator ve hate sîrgûnkirin. Dewletê got, wê ev di şertên giran ên penaberiyê de tine bibin. Di pêvajoya yekem a penaberiyê de li ber mayînên dagirkerên Tirk û dîsa rejîma Sedam hebûn, perwerde hate destpêkirin. Gava yekem zarok li ser esasê parastina mayînan hatin komkirin. Li Etrûş tevî hemû xeterî û zextê perwerde dan destpêkirin. Bi îdareyeke pir xurt perwerdeya zimanê Kurdî hate dayîn. Bi pelek û parçeyek pênûs destpê kir. UNICEF saziyeke ya alîkariya zarokan e, ti demê wê pêvajoyê alîkarî nekir. Neteweyên Yekbûyî ev îrade dît, gotin cara yekem e weke UNHCR li nava wargehek penaber dibistan vedikin. Xebat ked, îrade, xwest encamek wiha bi xwe re dianî. Ev bû pergelek ya dersê. Bi keda mamostayên kêm şev û rojên xwe dikir ev yek pêk hat. Li ser belge û dîplomayên xwendekarên me îmzeya dibistan, hikûmeta herêmê û Neteweyên Yekbûyî heye. Fermî tê qebûlkirin. Binêrin ji kîjan astê giha astek çawa. 

‘LI ALIYEK BÛN LEHENGÊN MEZIN Û LI ALIYÊ DIN JÎ JI BO CIVAKÊ BÛN PÊŞENG Û RÊVEBER’

Lehengên pir mezin ji van dibistanan derketin, ji bo civaka xwe, ji bo neteweya xwe, li hemberî êrîşan bûn pêşeng û xwe feda kirin. Aliyê din jî bûne doxtor, parêzer, hiqûqnas. Di asta rêveberiya wargehê de cih digirin. Ew xwendevanin. Helwest, berxwedan û têkoşîn bike, kes nikare me tine bike. Li vê pêvajoyê binêrin. 

‘BERXWEDAN HEBE, SERKETIN HEYE; XWESTEK Û DAXWAZ HEBE, KES NIKARE BIŞAFTINÊ FERZ BIKE’

Berxwedan hebe, serketin heye. Xwestek û daxwaz hebe kes nikare bişaftinê ferz bike li ser mirovan. Bila Kurd xwedî li hebûn û ruhê xwe derkevin. Li ber daxwaz dijmin rabe, her yek li mala xwe dibistanek ava bike.”