Zilar Stêrk: 15'ê Sibatê roja qirkirina neteweyî ye

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Zilar Stêrk anî ziman ku 15'ê Sibatê ji bo Kurdan roja qirkirina neteweyî ye û destnîşan kir, ku gelê Kurd li dijî komploya navneteweyî hîn bi xurtî li dora rêberê xwe kom bû.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Zilar Stêrk tevlî bernameyeke Medya Haber TV bû û li salvegera 23'an a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê nirxand.

Zilar Stêrk bi bîr xist ku di ser komploya navneteweyî re 23 sal derbas bûn û got, "Di sala 24'an de vê komploya qirêj û hêzên komploger careke din bi hêrseke mezin şermezar dikim, lanet dikim. Sekn û berxwedana Rêber Apo ya li hemberî vê komployê, sekna li Îmraliyê careke din bi rêzdarî û hezkirinê silav dikim. Di şexsê Halît Oral û Viyan Caf de şehîdên 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' bi rêzdarî bi bîr tînim."

Zilar Stêrk anî ziman ku pêvajoya komployê ji bo gelê Kurd ne pêvajoyeke ku tenê bi sala 1999'an dest pê kir û got, "Di destpêka sedsala 20'an de di pêvajoya serhildana Şêx Seîd de careke din di meheke Sibatê de di 15'ê Sibatê de ji bo têkbirina amadekariyên raperînê bi rengekî komployî kirin ku serhildan zû dest pê bike. Ev raperîn ji bo diyarkirina çarenûsa Kurdan, ji bo diyarkirina hebûna neteweyî dibe ku hêviyeke mezin a azadiyê bû. Ji bo gelê Kurd mirov dikare vê bêje. Pêvajoyeke serhildanê hebû. Wê demê ji bo pêşî li pêşketina pêvajoya gelbûyînê bigirin, di şexsê raperîna Şêx Seîd de lêgerîn û hêviyên azadiyê yên Kurdan sabote kirin, derb lê xistin. Serhildan û raperînên piştî wê rû dan, hatin fetisandin û pêvajoya netewebûn û gelbûyînê ya Kurdan bi komployî hate sabotekirin û astengkirin. Weke ku tê zanîn di destpêka sedsala 20'an de hemû gel di pêvajoya netewebûnê de bûn. Kurd jî ketibûn nava vê pêvajoyê, lê belê ev pêvajo bi vî rengî hate sabotekirin. Ji ber vê yekê 15'ê Sibatê, roja 15'ê Sibatê ji bo Kurdan roja qirkirina neteweyî ye. Rêberê me jî di vê çarçoveyê de pênase kir, ev pênaseyeke gelekî di cih de ye. Lewma roja 15'ê Sibatê ya komployê ne tenê ji bo Kurdên PKK'î, ne tenê ji bo Kurdên Apoyî ji bo Kurdan hemûyan divê weke roja qirkirina neteweyî bê pênasekirin. Kurd hemû vê rojê bi vî rengî pênase dikin."

Zilar Stêrk anî ziman ku armanc ji komploya navneteweyî ya 15'ê Sibata 1999'an tasfiyekirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tunekirina PKK'ê bû û got, "Dixwestin ji holê rakin. Ji wan hebû ku bi dîlgirtina Rêber Apo re wê tevgera PKK'ê karibin ji hev belav bikin. Pêşengiya PKK'ê wê nikaribe îradeya pêwîst nîşan bide. Li bendê bûn ku hem tevger ji hev belav bibe, hem jî gelê Kurd ji niha û pê ve tevgera xwe neşopîne û ji hev belav bibe. Dema ku mirov li 23 salên derbasbûyî dinerin, dibînin ku rewşeke bi vî rengî qet rû neda. Berevajî vê yekê, Kurd li hemberî komploya navneteweyî li dora Rêberê xwe hîn bi xurtî bûn yek. Bûn xelekeke mezin. Hîn bêhtir bûn xwedî îdîa û bi îrade."

Zilar Stêrk destnîşan kir ku gelê Kurd di asta neteweyî de, di asta gel de destketî bi dest xistine û got, "Hem ji bo Bakurê Kurdistanê hem jî ji bo Rojava, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê Kurdan gelek destketî bi dest xistin. Lewma mirov dikare bêje ku armancên destpêkê yên komployê pûç bûn û bi rengekî mezin têk çû.

Lê belê dewleta Tirk a mêtinger qirker û hêzên komploger ên navneteweyî li şûna xwe nesekinînin. Gelek caran hewl dan komployê nû bikin. Li ser gelê Kurd û tevgera wê ya pêşeng, li ser tevgera azadiyê ya Kurd, li ser Rêber Apo siyasetên qirkirinê bi her rê û rêbazê meşandin, hewl dan teslîm bigirin, bitepisînin. Hewl dan bêîrade bikin. Bi operasyonên mezin ê dagirkeriyê hewl dan gerîla bieciqînin, Şoreşa Rojava bifetisînin. Li Başûrê Kurdistanê bi operasyonên dagirkeriyê her roj hewl dan îradeya gerîla têk bibin. Hewl dan lê belê nekarîn bikin. Di nava 23 salên dawî de ti ji van armancên xwe bi ser nexistin."

Zilar Stêrk bi bîr xist ku di rewşa heyî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava tecrîdeke giran de tê hiştin û got, "Ji ber ku Kurd kirin xwedî hêz û îrade, Rêber Apo bi tecrîdê ceza dikin. Lê belê bi vê yekê nekarîn armancê xwe bi ser bixîne. Li hemberî vê yekê Rêber Apo 23 sal in di nava berxwedaneke mezin de ye. Vê berxwedanê fikrekî mezin bi xwe re anî. Li ser bingeha pûçkirina vê komployê, hem ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hem jî ji bo analîzkirinê îrade û fikrek destnîşan kir. Di heman demê de paradîgmayeke kûr a azadiyê, paradîgmaya civaka demokratîk a azadîparêziya jinê, demokratîk ekolojîk danî holê. Rêber Apo bi vî rengî hêz û îradeya têkbirina armancên komployê nîşan da."

Zilar Stêrk destnîşan kir ku bi vê berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ne şert û mercên dîlgirtinê, ne jî tecrîda şidandî bi ser neketin.