Zarokên Kurd rojbûna Ocalan pîroz kirin

Zarokên li Rusya û Qazakîstanê dijîn, bi peyamên xwe rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.

Ji bo 71’emîn salvegera Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zarokan bi dîmenan peyamên pîrozbahiya rojbûna Ocalan parvekirin.

Zaroken Kurd yên li Qazakistan, Rusya û Komara Adigey dijîn, bi stran, helbest û silavên xwe xwestin denge xwe bigihînin hemû Kurd û Kurdistanê û bi taybet ji Ocalan re.

Her wiha bi vê boneyê li Komara Adigey a Federasyona Rusya baxçeyek zarokan a bi nave ‘Zarokên Rojê’ ku wek diyari ji bo Ocalan hatiye çêkirin, ji ber rewşa awarte ya derketina derve vekirina wê hat sekinandin.