Zarokên ku DAIŞ’ê ew perwerde kirine li Ewropayê ne

Saziya weşanê ya Îngilîz BBC diyar kir penaberên zarok ên ku ji hêla DAIŞ’ê ve hatine perwerdekirin ketine welatên Ewropayê û rayedar hay jê nîn in ku zarok derbas bûne.

BBC hevpeyvîna bi Mutaassim ê 16 salî re, ku li Yewnanîstanê bi pasaporta Spanyolî hate girtin weşand. Vegt ku Mutaasim ku li Reqayê di yekîneyên propaganda a DAIŞ’ê de û di nexweşxaneyan de peywir kiriye û hatiye perwerdekirin.

Di nûçeyê de ya herî balkêş ew e ku tê gotin Mutaasim ji hêla Elmanya ve hatiye qebûlkirin û rayedarên Elman hay jê  nîn in ku derbas bûye.

Mutaassim ê zarok perwerdehiya ‘şerîatê’ ya DAIŞ’ê dîtiye, vîdeoyên propagandayê ya DAIŞ’ê girtiye û perwerdehiya leşkerî dîtiye. Niha dibêje dev ji hemû baweriyan berdaye.

Mutaasim niha li Elmanya li kampeke penaberan dijî.

Di nûçeyê de tê gotin zarokekî dî jî yê hevtemenê Mutaasim derbasî Belçîkayê bûye û rayedar hay ji rabirduyan wî jî nîn in.

DAIŞ zarokan jî di êrîşan de û di vîdeoyên propagandayê de bi kar tîne. Bi taybetî par DAIŞ’ê vîdeoyên zarokên ku seriyan jêdikin û înfazan dikin weşandibû.