Zarokên Êgir: Ji bo Kurdan dem dema rabûna ser piyan e!

Însiyatîfa Zarokên Êgir têkildarî qetilkirina ciwanê Kurd Bariş Çakan daxuyaniyek da û diyar kir, "Ji bo Kurdan dem ew dem e ku ji bo tolhildanê li her cihî rabe ser piyan."

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku ciwanekî Kurd ê 20 salî Bariş Çakan li taxa Etîmesgût a Enqereyê ji ber ku bi zimanê Kurdî li muzîkê guhdarî dikir ji aliyê 3 faşîstan ve hate qetilkirin.

Însiyatîfê diyar kir ku ev yek rijandina xwîna Kurdan e û destnîşan kir, "Bila kes xwe nexapîne. Kurd, her welatparêzekî Kurd li her devera ku lê ye guh bide banga însiyatîfa me. Ev faşîstên bêesil ji bilî zimanê tolhildanê bi ti zimanî fêhm nakin. Lewma dem ew dem e ku ji bi tolhildana ji êgir bersiv bê dayin. Ji bilî vê yekê çare nîne. Her tişt bi plan û bi zanebûn tê kirin. Stran bahane ye. Ji bo Kurdan dem ew dem e ku ji bo tolhildanê li her cihî rabin ser piyan. Dem dema tolhildanê ye."